Hewlêr
Ligel gefên hikumeta Bexdayê, piştî şîrketa Amerîkayê Chevronê, şîrketa mezin ya Fransayê Totalê jî ji bo derxistina petrolê bi Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê re peymanek îmze kir.
Li gor daxuyaniya Totalê, bi vê peymanê, di bin çavdêriya Marathon Oil a Amerîkayê de, li Herêma Kurdistanê dê bi du peymanên hatine erêkirin di asta sedî 35 de beşdarî derxistina neftê bibe.
Piştî îmzekirina peymanê Koma fransî got: "Emê kedê bixin nav peşketina sektora nefta Iraqê û em dixwazin bi projeyên nû razemeniyê bikin."
Ji bo li herêma Harîr û Safênê ku xwedî 705 kîlometre kare û 424 kîlometre kare ye.
Totalê bi vê biryara xwe piştî reqîbê xwe yê amerîkayî Chevron bû duyemîn şîrket ku bêyî guh bide tehdîdên hikumeta Bexdayê, çû li Kurdistana Federe dest bi xebatê kir.
Li gor nûçeya AFP'ê, berdevkekî Totalê gotiye ku wan rayedarên Iraqê di vî warî de agahdar kirine.
Di meha pûşperê de hikumeta navendî ya Iraqê şîrketên Fransiz tehdîd kiribe û gotibû ku ger ew bi Herêma Kurdistanê re peymanê saz bike, ewê peymanên wan ên bi Bexdayê re betal bikin. Rêveberiya Bexdayê piştî îmzekirina Chevron gotibû ku Chevron êdî dê li ciheke din a derveyî Herêma Kurdistanê nikadibe bixebite.


