AMED
Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle der barê êrîşa li Pirsûsê de axivî: "Di rojeva gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de rojeva xwe parastinê cihekî mezin digire. Divê wekî gel em parastina xwe pêk bînin."
300 ciwanên endamê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku ji bo avakirina Kobanî hatibûn Pirsûsê duh (20.07.2015) rastî êrîşa bombeyî hatibûn. Di encama êrîşan de 32 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî sed kesî birîndar hene. Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle der barê êrîşên bombeyî yên li Amed û Pirsûsê pêk hatin de axivî. Dîcle got ku hikumeta AKP'ê û polîsên wê ewlehiya gel nagirin û wiha dom kir: "Êrîşa li Pirsûsê nîşan dide ku devlet parastina gel nake. Ev êrîş parastina xwezayî li ser me ferz dike. Divê wekî gel em parastina pêk bînin."
'Êrîşa Pirsûsê di bin ewlehiya polîsan de pêk hat'
Dîcle da zanîn ku tevî hemû ewlehiyên polîsan li Pirsûsê erîşeke bi vî rengî mirovan dixe nava gumanan û wiha axivî: "Ev ciwan dema ku ji malên xwe derketin û heta hatin Pirsûsê di bin kontrola polîsan de bûn lê tevî vê jî çeteyên DAIŞ'ê tên di nava wan de êrîşan pêk tînin. Ev yek nîşan dide ku ev êrîş di bin kontrola devletê de pêk hatiye."
'AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê pişta xwe dane hev'
Dicle got kir ku piştî êrîşa li Pirsûsê ew ê di warê ewlehiyan de biryarên nû wergirin û wiha dom kir: "Em wekî gel divê ewlehiya xwe bistînin. Divê em parastina xwe pêk bînin. Parastina xwezayî tenê ji çekan pêk nayê. Parastin bi rêxistinbûyînê çêdibe. Divê gelê me zanibe bê kî dikeve nava taxa wan, nava kolanên wan. Ji ber ku AKP û çeteyên DAIŞ'ê pişta xwe dane hev û êrîşa li ser gelên demokratîk pêk tînin ev tişt hewce ye."
'Parastina xwe em ê bikin'
Dîcle derbirî ku AKP û polîsên AKP'ê nikarin ewlehiya gelan bigirin û axaftina wiha domand: "Hemû derdorên kurdistanî divê baş bizanibin ku AKP nikare ewlehiya gelên me bigire. Divê di nava gel de hişmendiya xwe bi xwe biparêzin derkeve pêş. Teqez di her saziyên me, di her civînên me û di hemû mîtîngên me de parastina xwe em ê bikin."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Agahiyên giştî li ser komkujiya Pirsûsê
- Yuksekdag: 'Li sînor bêyî MÎT'ê tu kes nikare tevbigere'
- Li her derê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin
- Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin
- Bi bihîstina komkujî re HDP bi lezgînî dicive, mebûs diçin Pirsûsê