Diyarname
Helbestvan Arjan Arî di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Yenîkapiya Amedê hat bibîranîn.
Di 12'emîn salvegera Arî de endamên Komeleya Wêjekarên Kurd, malbata Arî û hezkiriyên wî li ser gorê bûn.
Helbestvan Arjen Arî di sala 1956'an de li Nisêbînê hatibû dinê û roja 30'ê kewçêra 2012'yan li Amedê canê xwe ji dest dabû. Wî gelek berhem li dû xwe hiştin. Weşanên Sor û malbata Arî her sal li ser navê wî Xelata Helbestan a Arjen Arî dide.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bernameyeke çandî ji bo bîranîna Arjen Arî


