Diyarname
Federasyona Dîroka Fûtbolê û Îstatîstîkên wê ya Navneteweyî (IFFHS) nirxandina xwe ya meha tîrmehê pêk anî. Li gor vê nirxandinê "Tîma fûtbolê ya herî serketî" ya meha tîrmehê bi 356 pûanan Barselona derket. Tîma Universidad a Şîlî jî bû duyemîn.
IFFHS bi dengên nivîskarên sporê û otorîteyên sporê her meh tîmên serketî diyar dike. Li gor dengên ku tên dayîn tê eşkerekirin. Di nirxandinê de li maçên di qada navneteweyî de tê nêrîn. Rapora ku di navbera li ser serdema 1 gelawêja 2011 û 30 tîrmeha 2012'yan pêk tê Barselona bû yekemîn.
Di nav deh tîmên serketî yên pêşîn de ji Spanyayê 3 tîm, ji Arjantînê 2 tîm hene.
Vane 10 tîmên ku di rêza yekemîn de cih girtine (Bi rêzê tîm, welatê wê û pûan):
1. Barcelona, Spanya, 356
2. Universidad, Şîlî, 339,5
3. Real Madrid, Spanya, 295
4. Bayern Munih, Almanya, 290
5. Atletico Madrid, Spanya, 280
6. Boca Juniors, Arjantîn, 268
7. Chelsea, Îngilistan, 266
8. Libertad Asuncion, Paraguay, 251,5
9. Corinthians, Brezîlya, 240
10. Velez Sarsfield, Arjantîn, 237
Ji Tirkiyeyê encax du tîm karîne bikevin nav 100 tîmên serketî. Ji tîmên Tirkiyeyê Beşîktaş bi 136 pûanan bûye 72'yemîn, Trabzonspor jî bi 122,5 pûanan jî bûye 88'emîn.


