Diyarname
Piraniya wan yên bajarên kurdan cihê 29 waliyan guherî. Ji bajarên kurdan, waliyê Batman, Bedlîs, Îdir, Semsûr, Agirî, Qers, Sêrt, Agirî, Dêrsimê guherî
Biryarnameya waliyên nû di Rojnameya Fermî de hate weşandin û biryar kete jiyanê. Li gor biryarnameyê waliyên 11 bajaran girtin navendê, bi giştî waliyên 29 bajaran guherîn ku piraniya wan jî waliyên bajarên kurdan in.
Li gor biryarnameyê ev walî şandin bajarên kurdan:
Waliyê Balikesîrê Yilmaz Arslan şandin Batmanê.
Seyfettin Azizoglu şandin Erdexanê
Mehmet Tekin Arslan şandin Agirî (ew Serokê Personelên Dewletê bû)
Mehmut Demirtaş şandin Semsûrê (Ew Sermufetîşê Mulkiyeyê bû)
Veysel Yurdakul şandin Bedlîsê
Ahmet Pek şandin Îdîrê (ku ew Cîgerê Giştî yê Midûrê Emniyetê bû)
Eyup Tepe şandin Qersê
Vasip Şahind şandin Meletî
Ahmet Aydin şandin Sêrtê
Yusuf Gunerî şandin Dêrsimê
Veysel Yurdakul şandin Bedlîsê
Li bajarên kurdan kîjan walî tê ser kar xeta dewletê didomîne. BDP û saziyên kurdan dixwazin walî jî wekî şaredaran bêne hilbjartin, lê pergala Tirkiyeyê niha destûr nade vê yekê.
Di nav waliyên ku dê cihê wan bihata guhartin qala Waliyê Amedê jî dihat kirin lê heta vê saetê tiştek wisa derneketiye holê.


