Diyarname
Hunermend Rûken Sî strana Seydayê Tîrêj ya bi navê "Torevan" stra û jêre klîbek kişand, em vê wekî Klîba Hefteyê pêşkêşî we dikin.
Seydayê Tîrêj yek ji helbestvanên kurd ê li dû xwe şopek girîng hiştiye. Heta niha gelek helbestên wî bûbûn stran û li ser lêvên kurdan belav bûbûn. Niha helbesteke wî ya bi navê "Torevan" bi vegotineke nû li pêşberî guhdarên muzîka kurdî ye. Hunermend Rûken Sî stran xwendiye. Aranjeya stranê Harun Elkî kiriye. Stran li ser hesabên dîjîtal ên Kom Muzîkê hat belavkirin.
Ruken Sî ji Erziromê ye û bi salan e bi awayeki profesyonel li ser kurdî kar dike.
Fermo ew stran û ew klîb…


