___Dilyar Amûdî__
Dinya hemû li cihekî ye û em li cihekî din in. Nizanim ku neteweyên wekî me, di rewşa me de mane yan na lê dizanim ku em pir pir dereng mane. Ev derengmayîn rewşeke şizofrenîk bi me re çêdike. Ewqasî em dereng mane, ne em dizanin rewşa xwe ji xelkê re vebêjin ne jî xelk ji me, derdê yan jî kêşeya me fêm dike.
Tirk, tevî ku rewşa welatê wan nebaş e, ne demokrasî heye ne wekhevî ne kamiraniyeke aborî heye lê wekî her miletî derdên wan asayî ne. Dewleta wan niha bi çarenûsa dewleteke din dilîze, dîsa nahêle kurd bibin tiştek lê derdê wan ê mezin "kêmtirîn muçe" yan jî "asgarî ucret" e.
Ew difikirin ka çawa xaniyan çêkin ku erdhej nexe, diponijin ka perwerde dê çawa be da ku zarokên wan serkeftî bin, ciwanên wan difikirin ka ew ê sersalê bi yara xwe re çi bikin û roja Valentine dê çi diyarî hev bikin. Ji xwe re rûdinên li cafeyekê hinekî behsa polîtakayê dikin û dibêjin bê divê çawa dewleta xwe mezin bikin û xwe bihêztir bikin lê wî derdî û wê fikirê 24 seetan bi xwe re nagerînin.
Kêşeya mezin ku em nikarin tiştên wan ên xweş ji xwe re bibin lê her derdê wan derdê me ye. Em jî mecbûr in di asgarî ucretê de bifikirin, em neçar in xaniyê xwe li dijî erdhejê saxlem bikin û li ser siberojan zarokên xwe bifikirin lê ji ber gelek derdên me yên din em nikarin li ser evîna xwe bifikirin, em nikarin helbestekê binivîsin bêyî ku welat, neteweperwerî û zimanperweriyê têxin nav, em li ku bin jî, em nikarin jiyaneke normal bijîn ji ber wijdanê me, dê bi qirika me bigire û dê bîne bîra me ku li deverekî welatê me neheqî li me dibe.
Wisa li me hatiye, em di navbera asgarî ucreta welatekî xerîb û serxwebûna welatê xwe de asê mane. Şizofreniyek bi me re çêbûye ku em du kes in, du ziman in, du hişmendî ne.
A asayî divê wisa bûna, çend zaravayên me hene û divê derdekî me ev bûye; gelo divê em çawa bikin ku em bihêlin zarokên me yên li Kirmaşanê, yên li Hewlêrê, yên li Mêrdîn û yên li Dêrsimê ji hev fêm bikin? Hinek derdên me dê wisa bûna; em dê çawa bikarin sînemayeke kurdî çêkin ku bikare reqabetê bi fîlmên cîhanî re bikin, em dê çawa muzîk, çand û deverên xwe yên dîrokî bi dinyayê bidin nasîn ku tûrîst werin li dîroka Efrînê, li Sûrên Amedê, li Keleha Hewlêrê binêrin û muzîka Sineyê guhdarî bikin.
Divê niha me ne nehsa perwerdehiya zanîngehên Şam, Stenbol û Tehranê bikira lê em li zanîngehên Qamişlo, Duhok, Hekarî û Mehabadê bi yar û dostên xwe re li çalakiyên hunerî bûna.
Bi hezaran tiştên "asayî" ji me re bûne "ne asayî" û bi qasî wan tiştên "ne asayî' bûne "asayî..."
Êdî bindestî asayî bûye û planên me li gorî tên sazkirin û di hişê de serxwebûn jî bûye xeyaleke fiş û vala.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


