Diyarname
Şêx Murşid Xeznewî ev demeke li Rojava ligel aliyên siyasî hevdîtinan dike, di heman demê de beşdarî merasiman dibe, diaxive, banga yekîtiyê dike. Îro jî li Hesekê, li navenda çandê xîtabî bi sedan kesî kir û banga piştgiriya HSD'ê kir.
Xeznewî di heman demê de beşdarî Arta FM bû û li ser kar û barên xwe, rewşa heyî axivî. Me hin gotinên wî hilbijartin:
'EM DIZANIN EW ÇIQAS QIRÊJ E'
- Ji dema ava bûne de li nav partiyên kurdan pirsgirêk heye. Lê îro em di dema man nemanê de ne. Gelê me ji îtîfaqê, yekîtiyê hez dike, daxwaz dike. Ew nakokiyên berê hene heta niha hesasiyet çêkiriye, dibe bibe asteng. Şikir Xwedê re hevditin çêbû, sipasiya rêveberiya me ya siyasî dikim, encam çêbû civîn çêbû, General Mazlûm Ebdî ligel rêzdarên ENKS'ê rûnişt. Civînek erênî bû.
- Ev Serokê HTŞ'ê mirov destê wî di xwînê de ye. Em dizanin çiqas qirêj e. Hinek belkî bêjin niha ne dema vê axaftinê ye, ev xîtaba min e. Xelkê siyasî hûn dikarin herin wir, pere rûnin, karê min li cem wî tune ye.
- Ez nafikirim herim Şamê. Ez nafikirim bibim muftiyê Suriyê. Ez îro miftî me di dilê gelê xwe de.
- Gelê me 24 saetan ji bo Ahmed Şera li çepikan dide. Çi yê wî ji me çêtir e? Qey Mezlûm Ebdî çawa ye?
'MÊZE BIKIN ÇI QUWET DI DESTÊ WE DE HEYE'
- Çima Ahmet Şerba nayê vir? Ji ber ku tu bi çavê biçûk li xwe mêze dikî. Çima bangî me bike, çima em bangî wî nakin? Ji ber ku mişkule di mejiyê we de heye, şiyar bin. Şam destê wî de ye. Law mêze bikin çi quwet di destê te de ye. Petrol destê te de ye, birinc û sawar di destê te de ye, hembû di destê te de ye, av di destê te de ye, law jiyana Sûrî hemû di destê te de ye.
'EM QUWET IN'
- Bêguman bê wî nabe, lê çima em nikarin bi çavê mezin li xwe mêze bikin? Çima em biçûk li xwe mêze dikin? Heta tu bi çavê biçûk li xwe mêze bikî ê miqabil tu mezin dikî. Em mezin in. Îro em quwetek in. Ew, paytex di destê wî de ye, lê em, ewê paytextê diyar dike di destê me de ye, rihê paytextê di destê me de ye.
'EZ DIXWAZIM HERIM KOBANÎ'
- Kobanî keleha berxwedanê ye. Ez dixwazim herim Kobanî. Dora Kobanî pêçayî ye. Ger rêveberî guncav bibîne, ewlehî hebe ez dixwazim herim Kobanî.
- Ez dixxwazim vegerim Qamişlo, li vir bijîm, lê ji bo malbatê, zarokan nikarim tiştek bejim.
- Hinek dibêjin Şêx piştgiriya rêveberiyê dike, piştgiriya PYD'ê dike, piştgiriya apociyan dike. Wisa xuya dike. Xwedê dizane rê vekiriye. Xwedê dizane ez piştgiriya hemûyan dikim. Ew roja ku "Bila şêx dar bigire dest" nema ye. Di roja man û nemanê de dar nayê girtin.


