Diyarname
Serokwezîrê Iraqê Nuri El Maliki xwest Tirkiye bi Rêveberiya Başûrê Kurdistanê re saz neke, raste rast bi Bexdayê re bikeve nav têkiliyê.
Malikî di malpera înternetê de daxuyaniyeke nivîskî weşad û got: "Tirkiye bi bakurê Iraqê re wekî ku welatek serbixwe be têkiliyê datîne. Em van qebûl nakin. Ger Tirkiye dixwaze bi welatên cîran re têkiliyên baş saz bike, bila vê ji ser Bexdayê re saz bike."
Malikî berê jî çand caran daxuyanî dabû û têkiliya Tirkiyeyê ya bi başûrê Kurdistanê re rexne kiribû. Tirkiye û rêveberiya başûrê Kurdistanê peyman girêdaye û petrol ji başûr tînin Tirkiyeyê, li vir rafîne dikin û wekî ‘mazot, gaz, rûn’ dîsa dişînin Kurdistanê.


