Hate gotin ku îro saet li dor 17.00'an mebûsê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun ji aliyê PKK'ê ve hat revandin.
Mebûsê CHP'ê Aygun ji 8'ê mehê ve ye li Dêrsimê, li navçe û navendê digere. Li gor agahiyan Aygun îro dema ji Ovacikê derket du PKK'yiyan rê girtiye, mebûs Aygun, şêwirmendê wî û nûçegîhanê rojnameya Akşamê desteser kirin û piştî demekê şêwirmend û nûçegîhan berdan, ew bi xwe re bir.
Waliyê Dêrsimê li ser bûyerê agahî da Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu.
Cîgerê Serokê CHP'ê Gursel Tekin jî got em di şokê de ne, Aygun li wê derê ji bo xebatê çûbû.
Nûçegîhanê CNNTurkê Ferit Demir got ku yên berdane gotine ku PKK'yiyan gotiye, emê du sê rojan Aygun bigirin bin çavan. Heta niha PKK'ê tu mebûsek nerevandibû.
Li gor hin agahiyên ku tên jî tê gotin ku Aygun bi gerîlayan re bi kurdî xeber daye, gotiye tiştên hûn dikin ne rast e, lê wan gotiye hûn mêvanên me ne û ew birine. Lê heta niha PKK'ê tu agahî nedaye ku wan Aygun revandiye yan na.
CNNTurk - Diyarname


