Navenda Nûçeyan
Karîkaturîstê kurd Dara Strî roja 20'ê rêbendana 2025'an li nexweşxaneyê mir. Karîkaturîstê ji Kobanî bû, ev demek bû li Stenbolê bû û îro di 57 saliyê xwe de mir.
Li gor nûçeya K24'ê, karîkaturîst Dara Strî ku ji Kobanî bû û li Helebê hatibû dinê, ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve koçî Stenbolê kiribû û îro ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.
Dara Strî di sala 1968'an de li bajarê Helebê ji dayik bûbû û ji ciwaniya xwe ve karîkaturîstî dikir. Heta niha gelek karîkaturên wî li gelek rojname û kovarên kurdî û erebî belav bûne; ew li Heleb û Stenbolê beşdarî gelek pêşangehên bi komî bûbû.


