Diyarname
Amedspor ji bo dilê gelek kurdî dilîze. Hema bêje hemû kurd ji Amedsporê hez dikin. Û îro zarokên biçûk mêvanên Amedsporê bûn. Fotoyê rojê jî ji wir hat. Siberoj dema ji van zarokan hema zarokek mezin bibe û hema yek ji van bibe lîstikvan, dê bêje "em çûn serdana wan û hestê me yê ji bo fûtbolê gurtir bû."
Mesele ev e: Zarokên biçûk ên di tîma jêrîn a Şaredariya Baglara Amedê de dilîzin çûne serdana Amedsporê. Teknîk dîrektorê Amedsporê Servet Çetin û lîstikvanan ew pêşwazî kirine û demek xweş bi hev re derbas kirine.
Foto ji vê hevdîtinê ne û îro em wan wekî fotoyên rojê hildibijêrin.

Zarokan ligel lîstikvanan foto kişandin û gelek kêfxweş bûn.



