logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çalakî û gotinên îro hatin kirin

  • Dîrok: 08/01/2026
  • Beş: Nûçe

Amed
Ji bo piştgiriya Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye îro li gelek bajarên kurdan û li Tirkiyeyê bi hezaran kes daketin kolanan. Gel piştgiriya xwe ji bo Rojava û taxên kurdan eşkere kirin. Mebûsên DEM Partî li ber Meclisê û li taxan axivîn. Dr. Şêx Murşîd Xeznewî jî peyamek belav kir. Serfermandarê HSD'ê Mazlum Abdî jî vê êvarê peyam belav kir.

Va ne agahiyên îro:

LI AMEDÊ BI DEH HEZARAN KES MEŞIYA
Li Amedê di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi deh hezaran kes ji Parta Koşuyolu heta ber AZC Plazayê meşiya.
Gel bi pankarta "Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye" meşiya.
Li ber plazayê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir axivî û got, "Wijdana me qebûl nake. Bila her kes aqilê xwe bide serê xwe. bila hesabê xwe şaş neke. çawa hesabê şaş ji Kobanî vegeriya wê ji taxa Eşrefiye ji Şêxmeqsûd jî vegere. Heta ev êrîş bê rawestandin emê li qadan bin, emê ber xwe bidin. Îro ji bo me destpêk bû. Bila gelê me Rojava baş bizanibe gelê me yê Bakur li pişta we ye."

CIZÎR
Li Cizîrê gel li ber avahiya DEM Partî hat ba hev. Endamên saziyan  diruşmên "Rojava rûmeta me ye", "Rojava, Rojhilatê Kurdistanê yek welat e" bilind kirin. 
Mebûsa DEM Partî Newroz Uysal Aslan got, "Ev êrîş divê gavek zûtir bê rawestandin. Ev êrîş ne tenê dijî du taxên Helebê ye, dijî pêşeroja Sûriyê ye. Bila kes li ser xwîna kurdan, statuya kurdan nekeve nava bazarê. Em silavê li berxwedana taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê dikin."

WAN
Li Wanê gel li ber avahiya DEM Partî hat ba hev. Gel bi pankarta "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, nikare teslîm bê girtin" vekir.
Gelê ku heta Meydana BAjêr meşiya diruşmên wekî "Qatil HTŞ", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" bilind kirin.

JI SER SÎNOR BANG KIRIN: EWÊ LI ŞÊXMEQSÛDÊ JÎ WINDA BIKIN
Li Nisêbînê gel li Parka Kader Ortakaya ku li ser sînorê Qamişloyê ye hat ba hev. Ger ji ser sînor heta ber deriyê sînor meşiya. Diruşma "Bijî berxwedana Helebê" bilind kir.
Hevserokê DEM Partî yê Mêrdînê Abdulselam Turan li vir axivÎ û got, "Li hemberî van êrîşan gelê kurd ne bi tenê ye, ne bê parastin e, ne bê çare ye. Li hemberî van êrîşan divê dostên  kurdan û kesên alîgirê demokrasiyê ne dengê xew bilind bikin. Yên bêdeng bimînin şirîkê sûce mirovahiyê ne."
Mebûsê DEM Partî Kamuran Tanhan jî got, "Me ew li Kobanî dîtin, li Serêkaniyê dîtin, li Efrînê dîtin. Her demê wan winda kir. Bila gelê me, gelê me yê Rojava bizane ku ewê li Şêxmeqsûdê jî winda bikin. Îro Rojava di dilê hemû kurdan de ye."

BAJAR Û NAVÇEYÊN DIN
Li Şemzînana Culemêrgê, li Qeçeçobana Erzemûrê, li Îdir, Dêrsim, Çewlig, Xarpêt, Batman, Agirî û Sêrtê gelek kes daketin kolanan û daxuyanî dan. Dîsa li navenda Mûşê û li navçeya Kopê, her wiha li Tetwanê jî gel li meydanan bû.

Dr. Şêx Murşîd Xeznewî: Dawiya çîrokê bi serketinê dê bê nivîsîn
Dr. Şêx Murşîd Xeznewî ji bo piştgiriya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi vîdeo peyamek belav kir. Xeznewî dibêje, "Bila silav li keleha berxwedanê Kobanî û Qamişloyê be. Em îro hemû Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne. Wekî avahiyeke pişt daye hev li cem hev bisekinin. Yekîtiya wen çeka me ya herî mezin e ku qet naheje, nakeve."
Dr. Şêx Murşîd Xeznewî di peyamê de gotiye, "Bawer bikin ev bahoz dê heren û hûnê ji têkoşînê ji her demê zêdetir xurt û bi bawerî derên. Dawiya çîrokê dê bi gotinên serketina pîroz bê nivîsîn."

MEBÛS: Guleyê berdane kurdan, ew ber dane aştiyê jî
Mebûsên DEM Partî îro li ber Meclisa Tirkiyeyê hatin ba hev û li ser êrîşê li hemberî taxên kurdan daxuyanî dan. Wekîlê Berdevkê Koma DEM Partî Sezai Temelli got ew hêrsbûyî ye, niha li Rojhilata NAvîn sûçeke li hemberî mirovahiyê tê kirin û wiha dom kir, "Her kes huş bûye. Hûn li benda çi ne? Hûn li bendê ne, ne 10 kes, 10 hezar kes bêne kuştin? Êrîşeke li hemberî sivîlan heye. Meseleya sûcê li hemberî mirovahiyê li holê ye. Ev kuştin ber bi komkujiyê ve diçe. Ji serî de em dixwazin vê hişyariyê bikin. Li hemberî vê sûcê mirovahiyê divê her kes însiyatîfê bigire, deng bilind bike. Tiştên li Xezayê diqewimin em dizanin, îro heman tişt li Helebê diqewime. 2018'an de li Efrînê çêBûbû. Gelon Rojhilata Navîn, kurd, filistînî, suryaniyên li wê derê dijîn, dibin tehdîdê de ne. Ev tehdîd tehdîda DAIŞ'ê ye, zihniyeta DAIŞ'ê ye. Kinc guhartibin jî ev nayê wê wateyê fikir guherandine. Ew zihniyet li ser kar e."

Temelli got ku çapemenî li ser vê nûçeyên derewîn belav dike, 'HSD heye li hemberî wan operasyon tê kirin', 'yekbûna axa Sûriyeyê' nizanim çi, mixabin, ev fikra yekperest bi destê DAIŞ'ê dîsa li ser kar e.
Temelli got ku ew bang li partiyên siyasî, bangî raya giştî dikin ku li hemberî ve sûcê mirovahiyê bêdeng nemînin.

Wekîla Berdevka Komê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî û wisa got, "Taxên kurdan dorpêç kirine û ji bo 'Kurd negihîje mirazê xwe' her tiştî dikin. Lê em eşkere û zelal bêjin: Ne kurdên li Sûriyeyê bi tenê ne, ne elewî û suryaniyên wê derê, ne durziyên wê derê. Ligel hemû nûçeyên derewîn, em li cem têkoşîna gelên Sûriyeyê ne ku dixwazin welatek wekhev, azad û demokratîk ava bikin. Heta dawî jî emê piştgiriya wan bikin."

Koçyigit got "Her guleyê li Eşrefiye û Şêxmeqsûd dane, li me dane" û wiha got, "Em vê yekî guleyên bera me dane qebûl dikin. Ev gule bera amedî, stenbolî, enqereyî dane. Tu ferq nîn e."

MAZLÛM ABDÎ: EV ÊRÎŞ RÊYA LIHEVKIRINÊ TÊK DIBE
Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Abdî bi ser X'ê re peyamek belav kir.
Abdî got ku çareseriyên yek alî bi zimanê şer  û dewamkirina şer nayê qebûlkirin" û wisa dom kir, "Ev yek demên borî de li herêmên qeraxên Sûriyeyê û li Şuweydayê bû sedema sûcên şer û encama komkujiyê. Danîna tang û topan li dora taxên Helebê, bombebarana sivîlan û êrîşên li taxên kurdî di dema muzakerê de, rêya li hev kirinê têk dibe. Ev rewş xetera guhertina demografîk û qetlîama sivîlan zêde dike. Em ligel gelên me yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne û ji bo rawestandina van êrîşan em ligel hemû aliyan dixebitin."

HÊVîN SILÊMANÎ: NEKARÎNE GAVEK JÎ BIKEVIN HELEBÊ
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi tang û çekên giran sivîlan dikin armanc.
Hêvîn êvarê bû mêvana bultena Rûdawê û got, "Sê roj in çekdar nekarîne gavekê jî bi pêş ve werin. Ji ber ku wan di nava van sê rojan de nekarî her du taxan kontrol bikin, dest bi bikaranîna çekên giran kiriye. Sivîlan dikin armanc. Ji ber vê yekê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe. Di her du taxan de rewşeke gelekî giran heye. Bi van hemû çekan û êrîşên dijwar dixwazin li van taxan komkujiyê bikin."

ÎLHAM EHMED: ME BI WASHINGTON, PARÎS Û ENQEREYÊ RE PÊWENDÎ DANÎ
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed: "Pêwendiyên me yên bi Washington, Parîs û Enqereyê re yên li ser pêşhatên Helebê didomin. Em hewl didin ew welat di navbera me û Şamê de wekî navbeynkar bixebitin."
Îlham Ehmedê amaje pê kir ku armanca wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bêyî ku rewş bigihîje asta leşkerî yan jî komkujiya li dijî sivîlan."
Ehmed dilgiraniya xwe ya li hemberî wan hêzên ku li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatine bicihkirin anî ziman: "Gelek komên ku berê li Laziqiye û Siwêdayê komkujî kirine, niha li nêzîkî Eşrefiye û Şêx Meqsûdê hatine bicihkirin. Ez nizanim hikumeta Sûriyeyê çi sûdê ji vê teşwîqkirina binpêkariyan dibîne."
 

 

**

Hin Nûçeyên Eleqedar:

- Wezîrê Îsraîlê Saar êrîşên li Helebê şermezar kir û got: Dinya deyndarê kurdan e

- Hunermendan ji bo Rojava bang kir

- Neteweyên Yekbûyî: Peymana 10'ê Adarê bi cih bînin

- Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?

- DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike

- Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye

- Li taxên kurdan 7 kes hatin kuştin, dor 50 birîndar hene

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Polîsan piştî bi ser HDP girtin ev wêne derketin

ad

Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî

ad

Giyadîna Xortaniya Min

ad

Rewşa tenduristiyê ya Hozan Aydin baş e

ad

Demîrtaş: Em dixwazin biçin Cizîrê birîndaran werbigirin

ad

Rojnameya Ronahî 13 salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname