Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îro bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Sêrtê ku di destê DEM Partî de bû.
Duh 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birîbû, îro wezaretê kayûm şand ser şaredariyê.
Polîsan ji serê sibê de dora şaredariyê dorpêç kiriye. Komek mirov jî li ber şaredariyê disekinin. Gel diruşma "Bicehime kayûm" bilind kir.
Wezaretê, Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî kayûm tayîn kir. Karê pêşî yê kayûm ew bû ku ala Tirkiyeyê bi avahiya şaredariyê ve daliqand.
10 ŞAREDARÎ
Heta niha 8 jê yên DEM Partî 2 jê yên CHP'ê bû 10 şaredarî ku bi kayûmê dest datînin ser wan.


