Diyarname
Vê serê sibê li Nisêbîn û Qoserê çend rojnameger hatin binçavkirin. Ji wan nûçegîhana Jinnewsê Oznur Deger hat girtin. Deger birin girtîgehê; rojnamegerên din hatin berdan.
Hat gotin ku ji ber parvekirinên di tora civakî de ên Deger ew hatiye girtin. Sedem jî parvekirinên wê yên li ser rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Daştan ên hatibûn kuştin hat nîşandayîn.
ALÎ KURT CEZA XWARIBÛ
Li aliyê din rojnameger Ali Bariş Kurt ji ber parvekirinên xwe yên li tora civakî û xebatên rojnamegeriyê bi 2 sal û 4 mehan hatibû cezakirin. Dadgeha Bilind ev cezayê Kurt erê kiribû. Rojnameger Kurt îro li Stenbolê ji ber vê yekê hat binçavkirin.
Rojnameger Ali Kurt şandin girtîgeha Tîpa L ya 1 Nimre ya Maltepeya Stenbolê.


