Diyarname
ÎKSV di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de piştgiriya sînemageran dike. Di vê çarçoveyê de her sal bi navê “Koprude Buluşmalar” li dar dixe. ÎSal ji projeyên bo wan hatine şandin 8 proje hilbijartin.
101 proje ji bo Platforma Pêşxistina Fîlman a bi navê “Koprude Buluşmalar” hatibûn şandin. Sazkar Denis Krupnov, derhêner û Kordînatora Giştî ya Sînematekê Elif Ergezen, derhêner û senarîst Nazli Elif Durlu û senarîst Simona Nobile ew proje nirxandin û jê 8 heb hilbjartin.
Projeyên bi ser ketine rojên 15-16-17’e avrêlê di çarçoveya festîvalê de wê bêne nirşandin.Di 8 projeyên hatine hilbijartin 5 fîlmên metrajdirêj û 3 heb jî belgefîlm in.
Va ne ew proje:
- Animalium İstanbul (Derhêner Sila Unlu İntepe, Sazkar: Ekin Çalişir)
- Bayram Resitali (Derhêner Bekir Bulbul, Sazkar: Halil Kardaş)
- Çikmaz Sokak (Derhêner Şeyhmus Altun, Sazkar: Johanna Sveinsdottir, Ege Goksu)
- Koklerim Havada (Derhêner Elif Mermer, Sazkar: Dilde Mahalli, Elif Mermer)
- Sen Kuçuk Kutu (Derhêner Mert Kaya, Sazkar: Mert Kaya)
- Uyku Sersemi (Derhêner Bariş Kefeli, Nukhet Taneri, Sazkar: Melisa Sozen)
- Yansin Geceler (Derhêner Emre Erdogdu, Sazkar: Nadir Operli, İrem Akbal)
- Yaşli Kadinin Gardiyanlari (Derhêner Selda Taşkin, Sazkar: Sezgi Ustun San, Gökçe İşil Tuna)
**
Nûçeyên Eleqedar:


