Diyarname
MA Musicê bi navê "Mîlyonek Pirtûk, Mîlyonek Zarok” kampanyayeke dabû dest pê kirin. Di vê kampanyayê de pirtûka ku amade kirine dixwazin bigihînin mîlyonekî zarokên kurdan. Di vê çarçoveyê de îro ew li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bûn.
Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, mamosteyên Ma Musicê Sarya Ertaş, Evîn Dulek ligel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Komîsyona Zarokan Îhsan Seylan, Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinê Mahfuz Guleryuz û Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar hevdîtin pêk anîn û ji wan alîkariya ji bo kampanyayê xwestin.
Kanîwar got divê ev kampanya bigihîne her malî, Hevserokê DEM Partî Bakirhan jî got ku çi ji destê wan were dê bikin.


