Diyarname
Skype platforma hevdîtinê ya bi dîmen e ku xwediyê wê Microsoft e. Microsoftê ragihand ku di meha gulana 2025'an de dê bernameyê betal bike.
Li ser vê yekê Microsoftê ev daxuyanî da: "Ji bo hemû pêdiviyên bikarhêneran hê hêsantir bibe û em zêdetir bala xwe bidin ser Microsoft Teamsê emê Skype ji gulana 2025'an wêdetir betal bikin."
Li aliyê din eşkere kir ku ji rojên pêş de bikarhênerên Skype dikarin li Microsoft Teams Free hesabê vekin û bikar bînin.
Skype di sala 2003'yan de hatibû avakirin û Microsoftê di sala 2011'an de bi 8,5 milyar dolarî ew kirî bû.


