Diyarname
Ma Musicê pirtûkek bi navê "Repertuara Stranbêjiyê" derxistibû. Bi vê pirtûkê li Bakur û li Tirkiyeyê kampanyaya "Mîlyonek pirtûk, mîlyonek zarok" dabû dest pê kirin, niha ev kampanya birin Ewropayê jî.
Di vê çarçoveyê de xebatkarên Ma Musicê 20 hezar pirtûk ligel xwe birin Ewropayê. Ewê roja 29'ê adarê beşdarî Newroza li Franfûrtê bibin. 30'ê mehê jî ewê beşdarî Newroza Viyanayê bibin. Ma Music dixwaze li Ewropayê jî vê pirtûkê bigihînin ber destên zarokên kurdan.


