WASHİNGTON
Astronomên NASA'yê (Daîreya Feza û Hewayî ya Amerîkayê) ku tîrêjên teleskobî yên Chandra X bikar anîn galaksiyeke nû ku salê de 740 stêrkên nû vedijîne kifş kirin.
Ev galaksiya ku hatiye dîtin bi pîvana ronahiyê 5,7 mîlyar sal ji dinyayê dûr e. Li ser vê di kovara "Nature" de lêkolînek hate weşandin. Di lêkolînê de tê gotin ku li ser mezinahiya galaksî, cureya wê û temenê wê nirxandin bê kirin jî, nehatiye fêmkirin ku di salekê de çawa ew qas stêrkan ji nû ve derdixe holê.
Ji Zanîngeha Harwardê lêkolîner Ryan Floy wisa gotiye: "A rast ev galaksiya ku temena wê 6 mîlyar sal e di nav galaksiyên ku em wekî sor û mirî bi nav dikin de cih digire. Galaksiyeke wisa ku salê ew qas stêrkan derdixe holê, agahiya me ya li ser gerdûnê derbas dike û em hê nizanin çawa dibe."


