Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a Kendavê de maça duyemîn a fînalê îro hat lîstin û Duhok bû şampiyon.
Tîma Duhokê û tima Kuweytê Qadisiye derketibûn finale. Maça yekem a fînalê hefteya borî li Kuweytê bû û i 0-0'ê bi dawî bûbû. Duhokspor îro li mala xwe bû. Alîgirên Duhokê stad tije kiribûn.
Nîveka yekemin a maçê bi 0-0'ê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Duhokspor hê serketîtir bû. Di deqîqeya 62'yan de Duhokspor bi gola Siyabend Egîd bi 1-0 derket pêş. Dûre Qadisiye bersiv da û maç bû 1-1. Di deqîqeya 90'î de hakem 11 deqe maç dirêj kir. Ji Duhoksporê Marlon Santos di deqîqeya 90+2 de li pêş kelehê bi serê xwe li gogê da û gol avêt. Encam hat 2-1'ê. Piştî vê kêliyê tu encam neguherî û Duhokspor bi ser ket. Bi vê serketinê Duhokspor bû şampiyonê Lîga Şampiyonan a Kendavê.


