Diyarname
Weşanên Lîs pirtûka helbesta Mustafa Koz "Denizin Soyledigi" bi wergera helbestvan Berken Bereh bi navê "Gotina Deryayê" çap kir.
"Denizin Soyledigi / Gotina Deryayê" pirtûka guldeste ya ji hemû berhemên helbestî yên Mustafa Koz ê helbestkarê tirk ku bi wergera Berken Bereh û bi pêdeçûna Elîxan Loran û bi edîtoriya Kawa Nemir hatiye çapkirin. Pirtûk bi Tirkî-Kurdî, bi du zimanan hat weşandin.
Gotina Deryayê ji yanzdeh pirtûkên Mustafa Koz ên helbestê, tevî awayê wan ê resen, bi tirkiya wan û bi wergera wan a bi kurdî, li jêr navnavên Ay Duşu / Xeyalkirina Heyvê, Su Resimleri / Wêneyên Avê, Yengeç Sepeti / Selika Kevjalan, Salidan Onceki Pazartesi / Duşema Beriya Sêşemê, Sonsuzluk Taşta / Abadînî Di Kêvir De ye, Ateş Bagi / Rezê Êgir, Açik Yara / Birîna Nekemidî, Yazitlar / Berdenivîsekan û Oncu Yagmur / Barana Serkêş, 47 helbestên bijartî li xwe digire.
Mustafa Koz (1959, Nigde), di helbesta bi tirkî de deng û rengekî xwe yê resen heye û heta niha yanzdeh pirtûkên wî yên helbestan bi tirkî derkatine.
Helbestên ku niha di "Gotina Deryayê" de hatine berhevkirin û ji bo kurdî hatine wergerandin de ji aliyê desteya edîtoriya Lîsê û helbestkar Berken Bereh ve hatine hilbijartin.
Denizin Soylediği - Gotina Deryayê ye / Mustafa Koz / Wergera ji tirkî ji bo kurdî: Berken Bereh / Helbest / 143 rûpel


