Diyarname
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê ji bo sala bê 15 hezar kontenjan ji bo mamosteyan veqetand, lê di nav vê de tenê 6 kontenjan ji bo kurdî veqetand. Ev mamoste "bi peyman" dê bêne tayînkirin, ne wekî kadro.
Wezaretê li ser malpera xwe kontenjanên ji bo mamosteyan eşkere kir. Wezaret dê ew qas mamosteyan bigire kar, lê di nav 15 hezar mamosteyan de tenê 6 jê ji bo kurdî ne. Li Tirkiyeyê bi awayê fermî "Zimanên dijîn" dersa bijartî ji bo zarokan heye. Di nav vê beşê de îsal 5 kontenjan ji bo kurmancî, kontenjanek jî ji bo kirmanckî (zazakî) hatiye veqetandin.
MEB'ê îsal ji bo almanî 23, ji bo erebî 51, ji bo farisî yek, ji bo îngilîzî 757, ji bo rusî 9 kontenjan hatine veqetandin.
Heta niha li 4 zanîngehên li bajarên kurdan dor 2 hezarî mamoste mezûn bûne lê heta niha ji wan tenê nêzî 200'î hatine tayînkirin. Ji van jî hinan branş guhartiye.
Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê zarokên polên 5,6,7 û 8'an dikarin hefteyê du saetan dersîn bijartî hilbijêrin ku di nav van de kurmancî û kirmanckî jî hene. Par 35 hezar xwendakarî dersa kurdî bijartibû.



