Diyarname
Bi navê "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd" li Parka Azadî ya li Qamişloyê bi beşdariya zêdeyê 400 delgeyan dest pê kir. Konferansê vê sibê saet 10'an dest pê kir.
BEŞDARÊN KONFERANSÊ
Ji gelek bajarên cuda yên kurdan û her wiha nûnerên partiyên siyayîn ên kurdan ên Rojava beşdarî konferansê dibin. Ji Bakur nûnerên Hevserokê BDP'ê Keskîn Bayindir, Berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Federe Dr. Hemîd Derbendî jî beşdar bûn. Dîsa heyetek li ser navê YNK'ê jî li konferansê ye. Nûnerên tevahî partiyên kurdî yên li Rojava, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesayetên kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê beşdar bûn. Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî jî beşdar bû. Dr. Şêx Murşid Xeznewî jî yek ji beşdaran e.
EHMED, YÛSIF Û ÎSMAÎL LI DÎWANÊ NE
Di konferansê de pêşî komîteya amadekar ji bo destpêkirin û xêrhatinê axivî û dûre dîwan ji bo konferansê hat hilbijartin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka PYD'ê Perwîn Yûsif û Serokê Encumane Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê Mihemed Îsmaîl ji bo dîwanê hatin hilbijantin.
EBDÎ: KONFERANS WÊ BINGEHA MAFÊ GELÊ KURD MÎSOGER BIKE
Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî di konfrenasê de axivî. Ebdî got, "13 hezar keç û xortên me şehîd ketin, nêzîkê 30 hezar hevalên me birîndar bûn, ji birîndaran re şîfa dixwazim, bejna xwe li ber şehîdên qehreman ditewînim. Em vê konferansê diyarî şehîdên me dikin."
Ebdî li ser banga Ocalan jî sekinî û diyar kir ku ev bang raste rast bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike û got, "Armanca sereke ya konferansê mîsogerkirina mafên gelê kurd û tevahiya pêkhateya di Sûriyeya nû de ye."
Ebdî got ku dê di konferansê de bernameya siyasî nîqaş bikin û dê derbarê avakirina şandeyeke hevbeş a ku dê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, biryarekê bidin.
BARZANÎ: EM HÊVÎ DIKIN KURD TEVAHIYA MAFÊN XWE BI DEST BIXIN
Berpirsê Dosyaya Sûriyeyê yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend.
Mesûd Barzanî spasiya Mezlûm Ebdî kir ku roleke sereke di vê yekê de lîstiye. Barzanî di peyamê de hêvî kiriye ku konferans hêviyên gelê kurd bi cih bîne û gotiğe, "Bûyerên ku li herêmê rû didin bû sedem ku gelê kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike. Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên kurdan werin mîsogerkirin û gelê kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”
...tê nûkirin...


