Diyarname
Însiyatîfa Komeleya Zarathushtra – Song of Light niha pêşbaziya “Gathayên Zerdeşt” daye dest pê kirin. Kesên bixwazin di vî warî de serîlêdanê bikin heta 1’ê tîrmeha 2025’an dikarin berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Birêvebirê projeyê Beyhanî S̰ahîn (îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog) e. Projeyên serketî bi 2500 Euroyî dê bêne xelatkirin.
Ji bo bala raya giştî em daxuyaniya komeleyê bêyî dest bidinê belav bidin:
“Em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” bi salan e bi vê projeya “Pês̰birka muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ra mijul dibin. Di vî karê dur û drêj da hêdî em hîro gêhis̰tin dawiya amadekariyên xwa û dixwazin dest bi vê projeyê bikin. Loma em hez dikin ku bi navbera vê îlanê di navbera me û muzîkjenên Kurd ra têkiliyekê c̰êkin. Bêguman ev karê hanê jibo me karekî pirr cîddî yê dîrokî, c̰andî, ayînî, zmanî û Kurdistan’î ye. Jiber vê hindê em hêvî dikin ku pêdiviya vê cîddiyetê were fam kirin.
(1) Divêt bi tevî muzîkeke efsaneyî/destanî muzîkek jibo Gātʰā’yên Zaratʰuštra were amade kirin. Dê drêjiya vê berhemê bi qasî s̰ês̰t (60) deqqan be.
(2) Muzîka Kurdî ya klasîk divêt di hafrandina melodiyan da bibe bingeh bi tevî melodiyên nujen, ango divêt ji muzîka Kurdî ya otantîk ji nuh va muzîkeke destanî/epîk ya gerdunî were hafrandin.
(3) Avesta, bi taybet jî Gātʰā’yên di Avesta’yê da, ji lavij û stranên ayînî u felsefîk pêk tên. Loma jî divêt digel hafrandina melodiyan meriv bi putepêdanî tevbigerre.
(4) Melodiyên dengbêjiyî yên klasîk divêt ligorî tes̰e u zeruriyeta xwa ya dîrokî bi formên gerdunî werin b’ kar hanîn.
(5) Elementên dengbêjiyî yên di nav c̰anda Kurdên Elewî, Êzdî, Yarsanî u hwd. da divêt tê da b’ cî bigirin.
(6) Di Avesta’yê da agir, av, hewa u ax roleke bingehîn digire, loma jî heger ev element di nav melodiyan da bikarin werin îfade kirin, dê bas̰tir be.
Kesên ku dixwazin bes̰darî vê pês̰birkê bibin, divêt ligorî van s̰ertên li jêr bi me ra bikevin têkiliyê.
(1) Jibo bes̰dariya pês̰birkê du meh wext hene (heta 1ê temmuza 2025)
(2) Di nav van her du mehan da divêt muzîkeke efsaneyî/destanî bi qasî “c̰ar deqqan” were amade kirin jibo bes̰darbûnê.
(3) Divêt ev muzîk ji navenda pês̰birkê ra were s̰andin (zarathushtra@gmail.com).
(4) Pis̰tî ku kesê serkeftî diyar bû, em ê bi wî/wê ra bikevin têkiliyê û peymanekê îmze bikin.
(5) Li ser hemî hurgiliyên din yên projeya “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” em ê bi kesê/a serkeftî ra pas̰ê bipeyîvin û pîvanên projeyê yek bi yek vebêjin.
(6) Jibo kesê serketî dê 2.500.- eyro werin bexs̰andin + …
(7) Divêt ji pis̰tî peymanê “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ya bi drêjiya s̰ês̰t (60) deqqan di nav salakê da were amade kirin.
(8) Divêt muzîkeke unîversal ya bi motîvên muzîka Kurdî ya klasîk were amade kirin.
(9) Serperes̰tiya vê projeyê dê îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn û ji Wes̰anên NAyê Berfo Barî bikin (bi tevî alîkariya hindek s̰exs û dezgehên din).
(10) Jibo serlêdana pês̰birkê bi kerema xwa emaila însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” b’ kar bînin: zarathushtra@gmail.com
(11) Pis̰tî serlêdanê dê însiyatîva Komeleya Zarathushtra bi kandîdan ra bikeve têkiliyê.
Ji niha va em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” jibo eleqeya we jidil spas dikin.
Emaila têkiliyê: zarathushtra@gmail.com”


