Diyarname
Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê îsal 7'emîn car li dar dikeve. Di şahiya ku wê di navbera 16-25'ê gulanê li dar bikeve de û hin weşanxaneyên kurdan jî têde cih digirin. Li aliyê din hin gotûbêjên bi kurdî jî hene.
Ev çalakî li navenda Kiraathaneyê ku li Beyogluya Stenbolê ye li dar dikeve. Bi giştî 31 weşanxane li şahiyê standa pirtûkan vedikin. Di nav van de weşanxaneyên kurdan ên wekî Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Lîs û Weşanên Nûbiharê standê vedikin.
Li aliyê din Nûbiharê du gotûbêj jî amade kirine. Ji van yek bi sernavê "Li dor berhemên Mem Med Çîroknûsî û Mîzah" li dar dikeve. Rêbîn Ozmen dê moderatorî bike û nivîskar Mem Med dê li ser meseleyê biaxive. Gotûbêj 18'ê mehê di navbera saet 13.00 - 13.45'an de ye.
Gotûbêja din jî bi sernavê "Mijarên Zargotina Kurdî" li dar dikeve. Azîz Tekîn dê moderatorî bike û Şemoyê Memê dê li ser meseleyê biaxive. Gotûbêj di navbera saetên 19.00 - 19.45'an de ye.
Ji bo kesên bixwazin herin:
Asmalı Mescid Mahallesi, Yemenici Abdüllatif Sokak, no 1, Beyoğlu, İstanbul
Telefon: (0212) 2529389


