logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Yeqîn H: Ji 3 dengên di guhê min de, yek jê dengê Mihemed Şêxo ye

Yeqîn H kesekî pir alî ye, berhemdar e. Helbestan dinivîse, stranan saz dike û distrê, serê xwe bi hunerê re, bi jiyanê

  • Dîrok: 06/02/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn Cemil Oguz

Yeqîn H. kesekî pir alî ye, berhemdar e. Helbestan dinivîse, stranan saz dike û distrê, serê xwe bi hunerê re, bi jiyanê re, bi wêjeyê re, hema bi her tiştê aîdê mirovan re diêşîne. Wî gelek nivîs li qada Diyarnameyê lê kirin. Wî helbest lêkirin û pirtûk derxistin. Helbet stran bi ziman kirin û album derxistin. Wî, di sala 2011’an de ligel koma ku ew jî têde bû Mahabadê bi navê “Xelek” albumek derxist. Û niha albuma xwe ya solo bi navê “Nehberk” derxist. Aliyek muhîm derxistina albumek slow bi kurdî, aliyê din ê muhîm jî hemû stranên di albumê de stranên ku berê Mihemed Şêxo bi ziman kirinin e. Li ser albumê, li ser Mihemed Şêxo me gotin avêtin “meydanê”. De fermo em bi hev re bikevin meydanê ka emê ber bi ku ve herin…

Em ji serî dest pê bikin: Çima navê “Nehberk”?

Di albumê de neh stran hene. Hê di heyama pêşnûmakirina albumê de, lêgerîna min li ser navekî resen û metaforîk bû ku li çarçoveya albumê bifesile, û wiha jî Nehberk navê lîstikekê ye, lema Nehberk.

Bi qasî ez dizanim herî hindik 5 sal in te ev album xilas kiribû, lê nû derket. Tu dikarî hinekî qala vê meseleyê bikî û çima dereng ma?

Helbet... Hûr û gir, zêde zêde sedemên vê derengmayinê hene û her yekê gelekên din ji xwe da der. Min dest bi tomarkirinê kir û du-sê meh paşê min û dezgeheke “nav ne hewce”, me li ser albumê li hev kir û bi kitekit û detay me qewlê xwe bi têkûzî birî. Album ku giha qonaxa dawîn, bêwirdewêde dezgeha me dev guherî! Min ku hinekî mesele tevda, yek car kirêtiyê bêhn da, ango pere bû mijar! Halbûkî me qewlê xwe birî bû; wê album kêm-zêde kengî, çend hezar û bi çi bazarê derkeve û ya muhîmtir jî meseleya edisyonê û stendina mafê telîfê tev zelal û safî bibûn...

Çendekî min bi hin dezgehên din re da û stend, lê mîratê, te digot qey heman av di devê xwe werdane! Ez mam wiha, min wextekê hişt, min hewl da ez xwe aş û dil xweş bikim ku hewes û şiyana min li min sar nebe. 

Ez dîsa vegeriyam serî; li hêlekê rewşa aboriyê, li hêlekê axir fîrmayek divê, li hêla din ji nû ve meseleya telîfê...

Meseleya ‘besteyên Mihemed Şêxo’ yan ‘ên hinên din’ jî heye…

Erê, meseleya “beste”yên Mihemed Şêxo, zêde tevlihev e û kî rabûye tevlihevtir kiriye. Mihemed Şêxo bêtir stran straye, bi gewde kiriye, wiha ew û stranên xwe ji hev re bûne nav û nasname! Çi stran strabe, ji me wetire ku ew bi her awayî aîdî wî ne! BESTE kêm-zêde nîvenîv erê, lê GOTIN, ango metnên stranan na, pir pir kêmtir in. Heta niha kê stranên Mihemed Şêxo strabin, ji sedî nodê wan ser û ber li bin nivîsîne “gotin û muzîk: Mihemed Şêxo.” Lê ev neheqiyeke mezin a dualî ye! Divê mere bide ser hev û ber hev, bizane kîjan stran û kîjan beste a kê ye. Qet nebe mere navê berhemdar, bestekar û tekstnivîs rast binivîse; ne ku mere ji şûna ku kil bike, kor bike! Îcar ji bo piştrastkirinê min bi dehan kesan re pêwendî danî. Heta ku ya rast ber bi hev hat. Bifikire, tevî keftelefta min, ez hê jî ji xwe bi şik im. Axir mijar ked e! li hêlekê jî rewş dibe resmiyet, mesele vediguhere dijwareyeke nebîna! Resmiyeta me tune; tune mixabin!..

Di albumê de duet jî hene…

Di vê albumê de, wê bi kêmanî 4-5 heb duet hebûyana. Opsîyonên min ên navên hunermendan, li derdora 7-8 an bû. Hinan ji ber rewşên xwe gotin, em ê nikaribin; ê hinan fîrmayên wan destûr nedan wan; hinan gotin, wefakariyeke mezin e, gelekî hêja ye, erê, ez bi te re, lê paşê bersiv nedan e-maîlan, an telefonên xwe venekirin! Hasil î kelam, li ser encamê du nav zelal man; Îlkay Akkaya û Diljen Ronî. Mala wan ava, ku bi min re deng dane stranên Bavê Felek.

Fikra ku herî zêde min ji xwe re kir palpişt, û ku mijar vebûya min li gelek civatan jî digot ev bû: Axir min kir! Wê helbet hin lê xwedî derkevin. Paşê, bi SesMedia re me li hev kir. Li vir ji SesMediayê sipasiya kek Muhsîn dikim. Di vê navberê de jî, ez neçar mam ku ji welêt derkevim, lema jî giha îro.  

Li nav muzîka klasîk a kurdî gelek nav û deng hene. Te çima ne yekî an yeka din te stranên ku Mihemed Şêxo xwendine hilbijartin?

Ez ê du bersivan bidim vê pirse; 1, Hew û bi tenê; Ji hezkirinê!

2, Serborî û çîroka wî EM in; me dihundirîne: lema Mihemed Şêxo. Mihemed Şêxo, bi pêjn û hiş û bîrewerî her, li ser riknê xwe bûye/maye. Lê belê, berê wî her li nûjeniyê, li dahênanê bûye.

Bi helwesteke nûxwaz, bi gera li “wêdetir”ê ku ji xwe re kiriye Nav û Paşnav, bi derwêşî û vederî, bi tirs û wêrekî, û bi pirs û dijberiyeke têkil, ji her tiştê tiştek bi gewde kiriye, yanî hilberandiye! 

Ango, her li xwe/me zêde kiriye. Min gelek caran ji bo kalikê xwe gotiye; “kalikê min xwedê bû, lê bê’evd bû!” wiha jî Mihemed Şêxo...

Ez ê qe ji bîra nekim; ji 3 dengê di guhê min de, yek jê dengê Mihemed Şêxo ye... 

Her duyên din…

Dengê 'ewil helbet ê ciya min Fata Hewê ye, ku ez xwe ne hew lawê wê, her wiha xala li ber navê wê jî dihesibînim!

Dengê duyem jî dengê Fadilê Kufragî ye. Dengê wî ji mala me xalî nebû. Gelek bandên wî hê jî li cem min hene, wekî mîrateya wext û zemanan. Hêviya min e, nav û dengê wî her di guhan de be.

Mihemed Şêxo di jiyana xwe de bi sedan stran xwendin ku hin wî bi xwe nivîsîne, hin yên kesên wekî Cegerxwîn in. Ne hinên din lê sedema hilbijartina van stranan ji nav ên hemû Mihemed Şêxo sedemek çawa ye?

Ez ê vê pirsê jî ji du hêlan ve bibersivînim:

1, Min stranên di NEHBERK’ê de, ji nav stranên ku min bi wan Mihemed Şêxo nas kir û jê hez kir hilbijart. Helbet ew stran ne hew 9 heb in, lê wiha serrifî...

2, Min di pirsa yekem de hinekî bersiva vê pirse da, lê ez hinekî din veçirrim:

Ev bersiv dikare provakatîf were, lê rastî ye; stranên ku tekstên wan aîdî Mihemed Şêxo ne, belkî ne deh/10 in jî!

Beste jî, belkî ji derdora 200 hebî nîvenîv aîdî wî bin.

Mihemed Şêxo, asas xwe straye û bi vê strînê jî bêtir bûye xwe, wiha jî veguheriye dengvedana êşê!

Wiha eseh û bira, çi hebe û çi jiyabe ew gotiye; sêhra wî û nemiriya dengê wî ev e...

Li hêla din jî, qîma xwe bi xwe neaniye. Pêwendiya wî wekî çawa bi xwe re, wiha jî bi EGERên ku ew pê dirûviye re, gelekî xurt e.

Tu lê dinêrî, Mihemed Şêxo qet û qet di Cegerxwîn de hilnehatiye. Gelekî guh û bal daye derdora xwe, çi û kî hebe, pir an hindik temasî wan kiriye. Pêwendiyeke wî ya baş hebûye bi şa’irên berî wî û yên hevçax re. Nav û deng û rengin din keşf kiriye, wekî; Kemal Şanbaz, Xelef Zêbarî, Mistefa Etrûşî, Sebrî Botanî, Yusif Berazî (Bêbihar), Fariq Akreyî, Rêncber û gelek nav û hêjahiyên dîtir...Yanî, pişta xwe daye Çiyan!  

Her wiha di bestekariyê de, nemaze Mihemed ‘Elî Şakir û Mehmûd ‘Ezîz Şakir jê re pişteke nebîna ne.

Te hemû stran bi awayekî Slow xwendine. Ji bo stranên Mihmemed Şêxo jî ev şêweyek cuda ye. Te çima xwest hemûyan bi vî şiklî bixwînî?

Ya rast, ez hê pêrgî straneke rîtmîk lê bi coş a Mihemed Şêxo nehatime. Mihemed Şêxo jixwe çi strabe her xem li pêş e, ango XEM strana wî ya sed û yekbare ye! Min guh da pêjna stranan. Min bi ya wan kir:

Ser mesele hin stranên Mihemed Şêxo di forma muzîka gelêrî de ne, hin jê bêhneke tîr a rockê jê tên, hin jê bi reng û dirûvê Balkanan e, hin têra xwe bi tesîra ‘erebeskê ne, lê “jêrdeng”ê tevan xemeke pirrdeng e!

Helbet ez jî hebkî xemhez im. Belkî ji ber vê ye ew çend jê hez dikim. Her wiha ma ne xem be, dinya ji çi re ye! (Dikene)

Van demên dawî gelek kes stranên klasîk ên kurdî bi şiklên cuda dixwînîn. Tu vê pêlê çawa dibînî? Aliyên erênî û neyiniyên vê ji bo muzîka kurdî çi ne?

Bi min, nêzîktêdayîn girîng e; ango, kî çi û çilo distrê! Derfet hene, a wetadar ew e mere çawa dinirxîne. Helbet mîrateya me ye, bi her awayî baş e û divê mere ji nû ve, li gorî xwe û her wiha li gorî heyama xwe bistrê û bide hezkirin. Lê ne ku mere reng û rastiya STRANê paşguh bike, ne ku “Eman Dilo û Ay Gewrê” di dawetan de bê strîn!! 

Nesrîn, Mixabin, Hey can, Gewrê, Ciwan î, Şikrayê, Were were, Eman dilo, Şêrînê nûgîhayê, 9 stran. Nizanim çima, herî zêde "Şêrînê Nûgihayî" ji min re şîrîn hat. Piştî derketina album û te guh dayê herî zêde kîjan li ber dilê te şîrîn xuya kir, yan te jê hez kir?

(Pêşî dibişire) Ez ji tevan, ji pirê jî pirtir hez dikim! Ruhhal zane, ji Eman Dilo û hin wextan ji Ay Gewrê hez dikim. Her du jî ji min re bûn feyz; min bi navê Dilo û Gewrê du stran çêkirin û di albuma me ya bi komî de (Têbinî: Qala albuma “Xelek” a koma MAHABAD dike ku sala 2011’an derket) stra. Strana Mixabin bi her reng û awayî straneke têra xwe zexm e, wekî ku xwedê dinya li ber dengê wê stranê ava kiriye. Ciwan î straneke qesîdeyî ye, lê Nesrîn...û Şikrayê ‘ezîz in.

**

Yeqîn H. kî ye?

Yeqîn H. nivîskar, helbestvan û muzîkar e. Li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê lê xwe wekî "Kurdê Mêrsînê" dihesibîne. Ew di Diyarnameyê di quncikê "Êvara Biyan" de nivîsên xwe bi xwendevanan re par ve dike. Her du pirtûk û du albumên wî derketine. Ew ji mecbûrî ji sala 2017’an ve li Genêve ya Swîsreyê dijî.

Album:

- Xelek, Kom Muzîk, 2011 (Wekî kom bi navê Mahabad)

- Nehberg, SesMedia, 2019

Pirtûk:

- Beytik, Weşanên Belkî, Helbest, 2010

- Elîfbêtk, Weşanên Belkî, Helbest, 2018

 ***

Ji bo yên biwazin li stranan guhdarî bikin:
 


 


****

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

   


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Pêşangeha Pirtûkan: Herî zêde pirtûkên kurdî hatin kirîn

ad

Îsmet Yilmaz bû Serokê Meclisa Tirkiyeyê

ad

Çi eleqeya porteqalan bi Hollandayê re heye?

ad

Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin

ad

Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû

ad

Oxir be Kîarostamî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname