NAVENDA NÛÇEYAN
Enstîtuya Pey ya ji bo Çavdêrîkirin û Nirxandina Parlementoya Herêma Kurdistanê, bi wesîleya salvegera avakirina Parlementoya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek de got: “Nakokiyên şaş yên hêzên siyasî wisa kirine ku parlementoya Herêma Kurdistanê sal bi sal lawaztir bibe. Aliyên siyasî propagandaya demokrasiyê dikin, lê ev du sal û nîvîn parlemento hatiye paşguhxistin.”
Daxuyaniya Enstîtuya Pey wiha ye:
“Beriya 33 salan di rojek wekî îro de yekem proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê pêkhat, welatî bi hêviya siberojek geş berê xwe dan sindoqên dengdanê. Lê ji ber nakokiyên nerast yên hêzên siyasî ev xeyala welatiyan pêknehatiye. Ev desthilata bilind sal bi sal lawaztir, sistir û paşguhtir hatiye kirin. Di encamê de erkên wê yên yasayî û çavdêrîkirina li ser desthilatê lawaz bûye. Hilbijartin li pey hilbijartinê baweriya dengderan lawaztir bûye. Belgeya vê ya berçav jî ew e ku her hilbijartina tê lidarxistin rêjeya beşdaran kêmtir dibe. Di hilbijartina dawî de tenê ji sedî 55’ê welatiyan tevlî dengdanê bûn. Di demekî de ku 33 salin ezmûna wê heye û diviya bû niha parlementoyek bihêz û pêşketîbûya, lê newisan e û tu giringî pê nayê dayîn.
PARLEMIN BÛYE ŞIRÎKÊ DERXISTINA QEYRANAN
Li gor yasa û biryaran, Parlementoya Herêma Kurdistanê yekane navenda siyasî û desturiye ji bo biryar li ser mijarên çarenûsaz a gelê Kurdistana Iraqê bide. Lê belê li şûna cihê komkirina xelkê Kurdistanê û saziya çareseriya qeyranan be, wisan lêhatiye ku bibe şirîkê derxistina qeyranan.
HERÊMA KURDISTANÊ DU SAL BÊ PARLEMENTOYÊ MA
Parlementoya Kurdistanê ji bilî ku di dema yekem de ji ber şerê navxweyî çend salek sekinî, di dema çarem de di encama nakokiyên siyasî ya li ser yasaya serokatiyê, li beramberî xwesteka çar aliyan ku piraniya parlementoyê pêkdianîn, PDK’ê rê neda mijar bi piraniya yasayî bê bi encamkirin. Ji ber wê bi karanîna hêzê rê li serokê parlementoyê girt û parlemento hat girtin. Dema pêncem jî bi awayek neyasayî salek temenê xwe dirêjkir. Dadgeha Federal jî vê biryarê wekî ne destûr pênasekir û karê wê da sekinandin. Di encamê de Herêma Kurdistan du sal bê parlemento ma û di valetiyek yasayî de ma.
Niha 7 meh e li ser hilbijartina Parlementoyê re derbas bûye, nêzîkî 6 mehe jî parlementeran sonda hiqûqî xwendine, lê ji ber hilbijartina desteya serokatiyê, wekî ku ew tunebû, tu kar nehate kirin.
GERE PARLEMENTOYA KURDISTANÊ KAR BIKE
Guherînên mezin di warê çarenûsê de li herêmê pêk tên. Niha di navbera Partiya Karkerên Kurdistan û dewleta Tirkiyeyê de pêngava aştiyê, dîsa pirsa Rojava û desthilata nû ya Sûriye, danûstaninên navbera Îran û Amerîka û hilbijartina Parlementoya Iraqê hene. Ev yek hemû wê bandorê li ser siberoja Herêma Kurdistanê bike. Ji bo wê girîng e ku Parlementoya Kurdistanê kar bike, biryar li ser her guherînên li herêmê dibe hebe.
Divê ev hêz vê rastiyê fam bike, di demek herî kin de xwe li ber çavan re neborîne, li ser hemû pirsgirêkên hene kar neke, bingeh ji bo parlementoyê nede avakirin ji bo erkê xwe pêk bîne. Ew dibin sedemê van krîzan ku li herêmê rû didin:
EZMÛNA HERÊMÊ XIRAB DIBE
-Ev du sal û nîv e herêma Kurdistanê ketiye valatiyeke yasayî.
-Herêma Kurdistanê bawerîbûna xwe ya li nava qada navneteweryî de bi temamî ji dest daye.
-Ezmûna Herêma Kurdistanê ji aliyê dost û hêzên hevpeyman ve xirab dibe.
-Soz û piştgiriya dost û hêzên hevpeyman kêm dibe. Nêrînên neyînî li ser herêmê zêdetir dibin. Ev yek jî dibe sedemê piştgiriya dostan a ji bo herêmê kêm dibe.
-Biryara dadgeha federal a ji bo neyasayîbûna rûniştina vekirî ya parlementoyê dervikeve, parlemento bêkêr dibe.
-Eger ev rewş li herêmê dewam bike, wê pirsgirêkên mûçeyên karmendan zêdetir derbikeve. Ji ber ku Iraq li ser bingehê yasayî têkilî bi herêmê re dike.
TIŞTÊN DIVÊ BÊNE KIRIN
Ji bo careke din parlemento bê kêr nemîne, ezmûna herêma Kurdistanê li ber çavê neteweyên yekbûyî biçûk nebe divê ev bên kirin:
-Divê PDK û YNK li gel hemû aliyên din di dema herî kin de kom bibe. Li ser hemû pirsgirêkan nîqaş bike û deng li ser bide.
-Parlementoya Herêma Kurdistanê di dema herî kin de kom bibe û desteya Serokatiyê bê hilbijartin, lijneyên heyî bê avakirin.
-Gava din ya Parlementoyê ew ku serokê nû yê herêmê hilbijêre. Gaveke bi lez bavêje ji bo bawerîdan bi kabîneya nû.
-Di demekê de ku partiyên siyasî li hev nekin, divê endam erkên xwe yên yasayî bicih bînin da ku parlamentoyê ji nû ve aktîf bikin û hilbijartina serokatiyê li dar bixin. Ji bo demek zû parlemento bê vekirin, lihevkirin pêk bên û zextên demokratîk pêk bên.
Eger ev neyên kirin, herêma Kurdistanê wê rû bi rûyê rewşên awarte bên. Berpirsyarî dikeve stûyê hêzên siyasî. Erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê hêzên siyasî. Di asta hiqûqî de ev yek parlementer jê berpirsin. Eger ev neyê kirin wê rola pariyên esasî ne ji ya hemberî wê kêmtir be û ev yek dikeve stûyê wan. Ji ber vê yekê berpirsyariyên dîrokî dikevin ser stûyê wan.
Di dawiyê de em bang li partiyên siyasî dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin.”
Rojnews


