Diyarname
78'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi merasima xelatdayînê temam bû. Fîlmê derhênerê îranî Cafer Penahî yê bi navê "Un Simple Accident" xelata mezin Palmiyeya Zêrîn girt.
Serokatiya juriya mezin a festîvalê lîstikvana fransiz Juliette Binoche dikir. 22 fîlm ji bo Palmiyeya Zêrîn di pêşbaziyê de bûn. Juriyê fîlm nirxandin û xelat belav kirin. Penahî bi fîlmê xwe Xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
Derhênerê brezîlî Kleber Mendonça Filho jî bi fîlmê xwe "L'Agent Secret" xelata Derhênerê Herî Serketî girt.
Derhênerê ji Norwecê Joachim Trier bi fîlmê xwe "Valeur Sentimentale" Xelata Mezin girtn. Xelata Senaryoyê jî dan fîlmê "Jeunes Mere" (senaryo Luc û Jean-Pierre Dardenne)
XELATA LÎSTIKVANÊN SERKETÎ
Lîstikvan Wagner Moura ku di fîlmê brezîl3i "L'Argent Secret" de dilîst Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Lîstikvana fransiz Nadia Melliti jî bi rola di fîlmê "Le Petite Derniere" de Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
XELATÊN TAYBET
Derhênerê spanyolî Olivier Laxe bi fîlmê xwe "Sirat" û derhênera alman Mascha Schilinkski jî bi fîlmê xwe "Sound of Falling" Xelata Juriyê girtin.
Her wiha Xelata Taybet a Juriyê jî bi fîlmê "Resurrection" dan derhênerê ji Çînê Bi Gan.
Xelata Kameraya Zêrîn bi fîlmê "The President's Cake" dan derhênerê ji Iraqê Hasan Hadî. Xelata kurtefîlman jî bi filmê "I'm Glad You're Deda Now" dan derhênerê ji Filistînê Tawfeek Barhom.
FÎLM LI FRANSAYÊ DIKEVE VÎZYONÊ
Li aliyê din hat eşkere kirin ku fîlmê Penahî wê roja 10'ê rezbera îsal de li Fransayê bikeve vîzyonê

Derhêner Cafer Penahî bi fîlmê xwe "Un Simple Accident" xelata mezin Palmiyeya Zêrîn girt.


