Diyarname
Çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de li Cizîrê Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê dest pê kir û sê rojan dê bidome.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cudî (CUDÎ-DER) û Şeredariya Cizîrê bi hev re mîhrîcan dane dest pê kirin. Ev 11'emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê ye.
Ji bo mîhrîcanê li ber avahiya Komeleya Birca-Belek daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de . Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hatibû nivîsandin hat hildan.
Rêveberê Komeleya Birca Belek Nuh Rojger An xwend û got, “Divê Statuya zimanê kurdî bê naskirin, zimanê kurdî bibe fermî, ji pêşdibistanê heya zaningehê divê perwerdehiya zimanê kurdî hebe û bi makezagonan mafê gelê kurd bê mîsogerkirin. Êdî dem dema zimanê kurdî ye. Ji bo gelê kurd maf û dadmendî ji naskirina zimanê kurdî dest pê dike. Lewre naskirina zimanê naskirina mafên gelê kurd e. ”
Di çarçoveya mîhrîcanê de heta 29'ê mehê dê çalakiyên wekî dîwana dengbêjan, şahî, konser û hwd li dar bikevin.


