Diyarname
Bavê edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz Mahmut Oguz ku ev mehek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin, êvara 28'ê mehê mir. Mahmut Oguz bi nexweşiya qansêrê pişikê û kezeba reş bi hev re ketibû.
Li gor nasnameyê Mahmut Oguz di sala 1954'an de li gundê Zengê ya Liceya Amedê hatibû dinê. Ji destpêka salên 90'î ve li Stenbolê dijiya. Kurtedemek berê pê hesiyan ku bi qansêrê ketiye. Ji 25'ê avrêlê ve li nexweşxaneyê bû. Êvara 28'ê mehê canê xwe ji dest da.
Cenazeyê wî 29'ê mehê dê bişînin Amedê.


