Diyarname
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi civîneke ji bo lidarxistina 9'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest bi xebatan kir.
Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina pêşangehê de Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel Desteya Çandê ya kantona Cizîrê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de biryar hat girtin ku di meha kewçêrê de pêşangeha pirtûkan li dar bikeve û ji bo vê yekê li ser amadekariyan axivîn.
Di civînê de li ser zehmetiyên pêşangehên sala borî, kêmasiyên wê sekinin û li ser xurtkirina rêxistinkirina pêşangehê nîqaş kirin.
Di pêşangeha par de 54 çapxane û saziyên wêjeyê, zêdetirî 143 hezar pirtûkên bi kurdî (kurmancî û soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rusî, frensî, suryanî, ermenî û almanî hatin pêşkêşkirin.


