Riha
Li Rihayê endamên Meclisa Şaredariyê yên DTP'yî pêşniyaza xebata bi kurdî kir, lê AKP'yiyan qebûl nekir.
Endamên Meclisa Şaredariya Rihayê yên DTP'yî Salih Sagiş, Îmhan Sutpak, Cemal Babaoglu, Ahmet Dogan û Ali Dogan, ji bo 'Şaredaritiyeke pirzimanî' pêşniyaz kir. Pêşniyaza endamên meclisê di civînê de hate nirxandin lê endamên Meclisa Şaredariyê yên Ak Partiyê dengên redê bikar anîn. Ji 37 endaman 25 ji Ak Partî û 2 jî ji SHP bi giştî 27 endaman dengên nayê bikar anîn.
Li ser vê yekê endamên Meclisa Şaredariya Rihayê yên DTP'yî Salih Sagiş, Îmhan Sutpak, Cemal Babaoglu duh li avahiya DTP'ê ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xistin û helwesta Ak Partiyiyan şermezar kirin.
Di civînê de Sagiş wisa got: "Daxwaza me ew bû ku li bajêr bi zimanê gelê kurd û ereb jî xebat ji bo wan bê kirin. Me xwest bi zimanê wan agahî bigihîn wan, vexwendname bi tirkî, kurdî, erebî bêne kirin. Her wiha me xwest di nav karê şaredariyê de ji bo ereb û kurdan wergêr bêne peydakirin lê qebûl nekirin."


