Diyarname
Li Tirkiyeyê gelek rojname li ser pirtûkan paşgoyan didin xwendevanên xwe, niha yeka din li wan zêde bû.
Heta niha rojnameyên çepgir ên wekî Evrensel, Birgun, rojnameyên çapemeniya mezin a Tirkiyeyê yên wekî Milliyet, Radikal, Cumhuriyet, Vatan û yên din paşgoyên li ser pirtûkan didan xwendevanên xwe. Ji van hin hefteyê carek, hin du hefteyan, hin jî mehê carekê van paşgoyan bê pere pêşkêşî xwendevanên xwe dikin û di van de pirtûkan didin nasîn, li ser pirtûkan nivîsên nirxandinî diweşînin.
Niha rojnameyeke din jî li van zêde bû ku paşgoyek dide. Rojnameya Yurt ku çend meh berê dest bi weşana xwe kiribû niha paşgoyek bi navê "Kultur" ku ji 16 rûpelan pêk tê dê pêşkêşî xwendevanên xwe bike. Rojname yekemîn car 15'ê vê mehê dê pêşkêş bike û her roja şemî dê KULTUR li ser pirtûk û çandê bê weşandin.
"Kultur"a ku di bin edîtoriya Ali Şimşek de tê amadekirin kesên wekî Kaya Ozkaracalar, Suat Hayri Kuçuk, Aydin İleri, Nurgul Ateş, Arzu Akgun, Onur Behramoglu, Hikmet Temel Akarsu, Serdar Gunbilen, Murat Batmankaya, Osman Çakmakçi, Onur Caymaz, Mesut Kara, Vecdi Çiracioglu, Tuncer Çetinkaya û Turgut Çeviker bi nivîsên xwe beşdar dibin.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê rojnameyên kurdan Ozgur Gundem (bi tirkî weşanê dike) û Azadiya Welat heta niha tu paşgoyeke wisa amade nekiriye û nedaye xwendevanên xwe.


