Diyarname
Kurê mebûsê BDP'ê Sirri Sakik ê bi navê Sîdar Sakik duh bi şev ji şaneşîna xanî xwe berda xwarê. Sîdar Sakik (25 salî) rakirin nexweşxaneyê lê wefat kir.
Kurê Sîdar Sakik ji qata 5'an a xaniyê wan ê li Enqereyê xwe berda jêr. Sakik rakirin nexweşxanayê, lê heta gihîşt nexweşxaneyê ji zû de wefat kiribû jî.
Hate gotin ku Sîdar Sakik di nav derûniyeke ne baş de bû û bi vî awayî întîxar kiriye. Diya Sîdar Sakik Gulsîma Sakik di sala 2007'an de (42 saliya xwe de) ji ber qansêrê wefat kiribû. Sîdar Sakik tevî bavê xwe li heman malê dijiya.
Kesên der û dora Sirri Sakik dibêjin ku tu pirsgirêka Sîdar Sakik nîn bû, lê çima wisa kiriye hê kes nizane.
Sirri Sakik bavê sê kuran bû û Sîdar Sakik yê herî biçûk bû.
BDP'ê duxayîneyeke weşand û got ku cenazeya Sîdar Sakik roja 16'ê mehê piştî nimêja nîvro ya li Orta Camî dê bibin li Goristana Golbaşi bidin axê.


