Diyarname
Klûba Duhoksporê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re eşkere kir ku wan tîm teslîmî Sergio Farias kiriye.
Teknîk dîrektor Sergio Farias di sala 1967'an de li Brezîlyayê hatiye dinê. Teknîk dîrektor e. Heta niha hin tîm bi rê ve birine lê serketina wî ya mezin ligel tîma Pohang Steelers çêbûye. Wî ligel vê klûbê li Koreya Başûr çend kûpa bi dest xistine. Ewê niha Duhokê bi rê ve bibe.
8'ê meha borî hatibû ragihandin ku Sergio Farias ligel tîma Bashundhara Kings a Banghaledê li hev kiribû, lê îro Duhokê bi ser hesab xwe re ragihand ku wan û Farias li hev kiriye.
Duhoksporê got ku Silêman Ramazan, Wagner Andrade, Herzink Babiker, Stefano Ambakliazb, Xalid Muşir û Casim Hecî jî wê alîkariya wî bikin.


