___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Ji perspektîfa derûnkolînerî ve, pergala jêbirin û jiholêrakirina nasnameyê ku li hemberî gelê bindest tê bikaranîn, ne tenê pergaleka siyasî ye, belkî proseya kûr a "tunekirina derûnê" (psychic annihilation) bi xwe ye ku di bingeha wê de "mirazê mirinê" (deathly wish) ya hevpar (kolektîf) heye. Ev pergal bi awayekî " derhişî" (unconscious) li ser prensîba "xwedayê mirin"ê (Thanatos) ava bûye û armanca wê ne tenê kontrolkirina laşên bindestan e, belkî tevahiya "amûrên derûnî" (psychic apparatus) ye ku ruh û giyana bindestan jî dagir bike/dike.
Dîrok şahidê wê yekê ye ku serdestên desthilatdar ji bo ku zilm û zordariya xwe rewa bikin, nasnameya qurbanên xwe ji holê radikin. serdest bindestan wekî "terorîst" dibîne û bi vî awayî mirovbûn û nasnameya wan ji holê radike. Ev şerê nasnameyê ne tenê di navbera bindestên ku serî rakirinin û serdestan de ye. Her bindestekî ku nasnameya xwe parastiye û pê serbilind e, di vî şerî de ye. serdest dibêje "an tu xulam î û terorîst î an tu ji me yî û ‘welatparêz’ î." Sînorekî din tuneye. Ev şerê nasnameyê nîşanî me dide ku pergala jêbirin û jiholêrakirina nasnameyê bê çiqasî kûr û sîstematîk e.
Dema em vê pergalê ji hêla "bîrdoziya têkiliyên heyberan" (object relations theory) ve dinirxînin, em dibînin ku serdest bindestan wekî "heybera bed" (bad object) vedibêje û wan li cihekî "rewşa paranoyîd-şîzoyîd" (paranoid-schizoid position) de radizîne. Di vê rewşê de serdest nikare "hestên du-alî" (ambivalence) bi rê ve bibe, loma bindestan bi tevayî wekî " heybera zordar" (persecutory object) dibîne ku divê bên tunekirin û windakirin.
Proseya "Kuştina Sembolîk" (Symbolic Murder)
Ji hêla derûnkolînerî ve, pergala "terorîst"kirinê wekî "kuştina sembolîk" (symbolic murder) tê şîrovekirin. Ev yek di bingeha xwe de "ramana pêvajoya hovene" (primary process thinking) ye ku tê de serdest nasnameya bindest wekî "gefa li ser eziyê" (threat to the ego) hîs dike û bi "mekanîzmaya berevaniyê" (defense mechanism) yên "rengvedanê" (projection) û "parçekirin"ê (splitting) bersivê dide.
Dema serdest dibêje "terorîst", ew di rastiyê de proseya "dermirovkirin" (dehumanization) a derûnî û giyanî dike. Ev yek ji aliyê derûnkolînerî ve wekî "bêkesayetîkirin"ê (depersonalization) tê nas kirin û tê de "sînorên eziyê" (ego boundaries) yên bindestên takekes (individual) û yên serdestan bi awayekî patolojîk têne diyarkirin e. serdest bi vî awayî "xwebûna berz" (grandiose self) ya hebûna xwe çêdike û bindest wekî "yê-din ê bêqîmet" (devalued other) dimîne/dibîne.
Ev proses di "asta derhişî" (unconscious level) de wekî "rageşiya tunekirinê" (annihilation anxiety) ya serdest derbasî "kiryariyê/reftargeriyê" (acting out) dibe. Lewre nasnameya bindest di "rastiya derûnî" (psychic reality) de ji serdest re wekî "laşê biyanî" (foreign body) tê hîskirin ku divê ev laş ji holê bê rakirn û bê tunekirin.
Pergala Jêbirin û Jiholêrakirina Nasnameyê
serdest ji damezrandina xwe ve bi awayekî sîstematîk li ser jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan ava dikin. Ev proses di çar astên sereke de pêk tê. Jiholêrakirina navan, veguheztina navên bajarên bindestan bi navên xwe, qedexekirina navên bindest li zarokan û zorkirina bindestan ku navên serdestan bigirin. Jiholêrakirina zimanî, qedexekirina zimanê bindest di perwerdehî û fermîtiyê de, cezakirina axêverên bindest û zorkirina bindestan ku bi zimanê serdestên xwe biaxivin. Jiholêrakirina çandî, qedexekirina muzîk, govend û merasîmên bindest, biçûkdîtina çanda bindest wekî "paşverû" û pêşxistina çanda serdest wekî "modern". Deqkirina siyasî, hemû berxwedanên bindest wekî "terorîzm" nîşandayîn û bi bergiriya qanûnî krîmînalîzekirin.
Ev pergal têkoşîna siyasî û azadîxwaziya gelekî dike şer û kuştekujî. Her bindestek ku ji çanda xwe, zimanê xwe, navê xwe bikar tîne, di çavên serdestan de "terorîst" e. Ev proseya "ne-mirovbûnê" (dehumanization) ye ku di hemû komelgehan de berî komkujiyan tê bikaranîn.
"Veguhestina Nifşî" (Intergenerational Transmission) ya Birîna Derûnî (Trawma)
Ji hêla bîrdoziya girêdan û "bengîtî"yê (attachment) ve, birîna derûnî ya gelê bindest bi awayekî "nifşguhêzî" (transgenerational) derbasî nifşê siberojê dibe. Dêûbavên birîndar û trawmatîk nikarin ji zarokên xwe re "bingeheke ewle" (secure base) peyda bikin, lewre ‘xwe’bûna wan bi "şêwaza bengîtiya bêpergal" (disorganized attachment style) saz bûye.
Ev rewş li gorî Bowlbyyê û Ainsworthê, "modela xebata navxweyî" (internal working model) ya zarokan bi bandor e û ew bi şêwazê "revok-rageş" (anxious-avoidant) an "bergir-rageş" (anxious-resistant) mezin dibin. Zarokên bindest di "pêvajoya geşepêdan"ê (developmental process) de hest dikin ku cîhan ciheke "ne-pêşbînîkirî" (unpredictable) û "ne-ewle" (unsafe) ye.
Di "termên derûnkolînerî"yê (psychoanalytic terms) de ev rewş wekî "şaşiya bingehîn" (basic fault) tê nas kirin ku Balint ev bîrdozî pêş xistiye. Ev "xeta şaşî"yê (fault line) di "pêkhateya eziyê" (ego structure) ya gelê bindest de cih digire û wekî "birîna kakilî" (core vulnerability) tê domandin di nav nifşan de.
Şîna ku nabe şûn
Dema windayiyên bindestan nayên qebûlkirin wekî windayiyên mirovan, cihê wan wekî "kesên ku şayênî kuştinê bûn" têne diyarkirin. Ev rewş ‘şîna ku nabe şûn’ (disenfranchised grief) e çêdike. Şîna ku nabe şûn tê wateya ku mirina kesekî nayê nas kirin, şîna wî nayê qebûlkirin û mafê wî/wê tune ku wekî mirov şîna wî/wê bê kirin û girtin. Ev rewş bi demê re dibe şîneke ku nayê bidawîkirin (bêdawî) û wekî nexweşiyeke derûnî û giyanî li gel wî/wê dimîne hetahetayê. Pergala "terorîst"kirinê ne tenê polîtîk e, di heman demê de pergaleke derûnî û giyanî ya kûr e ku armanca wê qirkirina derûn û giyana gelê bindest e.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious) û Birîna Derûnî (Trawma)
Li gorî Jung, di her gelî de derhişiya hevpar heye ku "şêwazên arketîpîk" (archetypal patterns) tê de têne parastin. Ji bo gelê bindest ev derhişiya hevpar bi "girêkên trawmatîk" (traumatic complexes) dagir bûye ku "komelasyon"a (constellation) wan bi awayekî "nexweşgerî" (pathological) pêk tê.
Arketîpa siyê (shadow archetype) ya gelê bindest bi "girêka zilm"ê (persecution complex) ve hatiye dagirkirin. Ev girêk dike ku bindest her carê ‘xwe’ û xwebûna xwe di rewşa "qurban" (victim) de bibînin û nikarin bi awayekî "takekesane" (individuated) tevbigerin. Di heman demê de "anîma/anîmus" (anima/animus) ya kolektîf jî bi "hêrs" (rage) û "bêhêvîtî"yê (despair) hatiye dagirkirin.
Malxulyana Hevpar (Collective Melancholia)
Li gorî Freud di "Şîn û Malxulya"nê (Mourning and Melancholia) de, dema "windabûna heyberê" (object loss) nayê qebûlkirin, şîn vedigere dibe malxulyan. Ji bo gelê bindest jî ev rewş heye - windabûna erd, ziman, çand û kesayetiya hevpar nayê qebûlkirin ji aliyê ‘civaka mezin’ ve û ji ber vê yekê gel di rewşa "şîna nexweşgerî" (pathological mourning) de ye.
Di vê malxulyana hevpar de "êrîşkariya xweyîkirin"ê (internalized aggression) pêk tê û gel êrîşî hebûn û ‘xwe’bûna xwe dike. Ev yek di formên "tevger û reftarên xwe-wêranker" (self-destructive behavior), "şerên navxweyî" (internal conflicts) û "şaşbûna nasnameyê" (identity confusion) de xuya dibe. Bilindeziya (superego) hevpar a bindestan bi "dengên xweyîkirî yên hişk" (harsh internalized voices) dagir bûye ku her carê wan tawanbar dikin û xwe bi xwe hebûn û ‘xwe’bûna siza û tawanbar dikin.
Xwebûna Sexte (False Self) û "Xwebûna Rasteqîn" (True Self)
Li gorî Winnicott, dema zarok di "hawîrdoreke hêsanker" (facilitating environment) de mezin nabin, ew hebûn û xwebûneke sexte ava dikin da ku ‘xwe’bûna ya rasteqîn biparêzin. Ji bo gelê bindest jî ev proses di asteke hevpar de diqewime. Gelê bindest mecbûr maye ku "lihevhatî / hevkêşî" (compliance) nîşanî serdestê xwe bide û xwebûn û nasnameya sexte pêş bixe da ku qaşo serdestî û xurtiya serdestê xwe qebûl dike.
Lê ev "rêxistina xwebûna sexte" (false self organization) ne tenê "berevaniyê" (defensive), di heman demê de nexweşigiriyê (pathogenic) jî peyda dike. Lewre gel di "rewşa sexte ya domdar" (chronic state of inauthenticity) de dijî û nikare bi awayekî xwezayî û "siruştî" (spontaneous) bi "afirîner"î (creative) tevbigere, û hebûn û xwebûna xwe ya rasteqîn bijî.
Zorlêtiyên dubarekirinê (Repetition Compulsion)
Li gorî Freud, birîna derûnî bi "zorlêtiyên dubarekirinê" (repetition compulsion) ve tê domandin. Gelê bindest jî di vê çerxa trawmatîk de ye - her carê dîsan û dîsan di heman rewşên birîndar û trawmatîk de dilikûme. Ev yek ne tenê ji ber sedemên derxweyî (derekî) ye, belkî ji ber ku "zihn û aqilê derhişî" (unconscious mind) yê gelê bindest bi vê birînê "xwe-wekdîtinî / naskirî" (identified) bûye û nikare bêyî wê xwebûn û nasnameya xwe ya sexte bijî.
Nihiçka mirinê (death drive) di hevpariya bindestan de bi awayekî "mazoşîstî" (masochistic) derdikeve holê. Gel xwe di rewşên ku yê birînê bibîne (trawmatîze) de radizîne û di "asta derhişî" (unconscious level) de tawan û "ceza"yê (punishment) li hebûn û xwebûna xwe dibire. Ev yek ji "tawanbariya saxmayînê" (survivor guilt) û "xwe-wekdîtina bi êrîşkar re" (identification with the aggressor) çêdibe.
Jêkvebûn û Jihevqetandin (Dissociation) û Perçekirin (Fragmentation)
Birîn û trawmaya hevpar dike ku "ezî"ya (ego) gelê bindest perçe perçe bibe. Ev yek bi mekanîzmeyên jihevqetandinê ve çêdibe ku gel bi kar tîne da ku ‘xwe’ ji êşan biparêze. Beşek ji kesayetiya gelê bindest ji hev qetiyan e ango cûdabûn (split off) e di derhişiyê de ye.
Ev beşên ji hev qetiyan ne û cuda bûne wekî " êrîşkarên navxweyî (internal persecutors) tevdigerin û li dijî gel û hebûn û xwebûna xwe ya rasteqîn têdikoşin da ku hebûn û xwebûna xwe ya sexte qewîn bikin û qaşo ewlehiya ‘xwe’ zexim bikin. Di "jiyana xewnan" (dream life) û "xeyalan" (fantasy) de ev beşên cûdabûnin wekî "heyberên navxweyî yên bed" (bad internal objects) in.
Xwewekdîtina Rengvedanî (Projective Identification)
Di têkiliya di navbera gelê bindest û serdestên wan de "xwewekdîtina rengvedanî" (projective identification) ya kûr heye. serdest "aliyên nexwestî" (unwanted aspects) yên xwe li ser bindestan projek ango "rengvedan" (projects) dike û wan wekî ferax û "qab"ê (container) dibîne û bi van hestan wan bi kar tîne. Bindest jî van hestan dixin dilê xwe ango "navxweyî" (introject) dikin û feraxbûnê wekî beşek ji nasnameya xwe qebûl dikin.
Ev proses dike ku bindest wekî tawanbar û "keça gunehkar" (scapegoat) ya hevpar bikaribin "şerma jehrîn" (toxic shame) ya serdestê xwe hilbigirin. Di "termên derûnşîkarî" (psychodynamic terms) de ev yek "sembiyoza nexweşgerî"yê (pathological symbiosis) ye ku her du aliyan di rewşa "wêrankariya hevbeş" (mutual destructiveness) de radike.
Bi rêya karkirinê (Working Through) û Çareseriyek
Ji hêla derûnkolînerî ve, çareseriya birîn û trawmaya hevpar bi pêvajoya rêya karkirinê (working through process) ve gengaz e. Ev pêvajo pêwîstiya wê bi çend qonaxan heye. Yekem, qonaxa xwe"nasî"nê (recognition) ye - gelê bindest divê birîn û trawmaya xwe nas bike û qebûl bike ku birîn û trawma heye. Ev yek tê wateya "şikandina înkarê" (breaking through denial) û rêya xwenasînê û xwe-dîtinê velo dike.
Duyem, qonaxa "derkirina hestan" (abreaction) e ku tê de gel careke din êş û janên xwe dijî lê bi awayekî "ewle" (safe) û bi "girêdaneke terapotîk" (therapeutic containment) re. Ev qonax ji "derbîrina arambûnê" (cathartic expression) û, tenahî û "belavkirina hestan" (emotional release) pêk tê.
Sêyem, qonaxa têkûzî û "yekkirin" (integration) e ku tê de beşên jihevqedyayî û "cûdabûyî" (split off) yên kesayetiya gelê bindest dîsan bikine yekdestî. Ev qonax pêwîstiya wê bi "pêvajoya şînê" (mourning process) ya rastîn heye ku birîn û trawma "metabolîze" (metabolized) bibin û bibin beşek ji dîrok û nasnameyê bêyî ku hebûn û xwebûna "ezi"yê (ego) bişkînin.
Tamîrat û Tazmînat (Reparation) û Rewşa Depresîf (Depressive Position)
Li gorî Melanie Klein, pêvajoya başbûnê dema dest pê dike mirov dikeve "rewşa depresîf" (depressive position), mirov divê têbigihîje. Di vê rewşê de mirov "hemû heyberan" (whole objects) dibîne û bi vî terhî "şiyana depresîfiyê" (capacity for concern) peyda dike. Gelê bindest jî divê ji "rewşa paranoyîd-şîzoyîd" (paranoid-schizoid position) der bibe û bigihîje vê rewşa pêştir da ku bi dilrehetî bigihîje hebûn û xwebûna xwe ya rasteqîn.
Ev yek tê wateya ku bindest nikarin serdestên xwe tenê wekî "hemû bed û xirab" (all bad) bibînin, belkî wekî "heybera girêkî" (complex object) ku hem bed û xirab e hem jî baş e. Ev "şiyana hevdualîtiyê" (capacity for ambivalence) rê li ber "xeyalên tamîrat û tazmînatê" (reparative fantasies) vedike ku bi wan re gelên bindest dikare "çareseriyên çêker" (constructive solutions) raçav bike.
Ziman û çand di çareseriya birîna hevpar de roleka esasî û bingehîn dilîzin. "Trawmaya zimanî" (linguistic trauma) yek ji aliyên girîng ên birîna gelê bindest e û pêwîstiya wê bi çareseriyê û bi "tamîrata zimanî" (linguistic reparation) heye.
Ziman ne tenê amûrek e ji bo ragihandinê, belkî hawîrdora yekem a derûnî û giyanî ye ku mirov di wê de geş dibe. Dema zarok ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, ew ji hawîrdora derûnî ya hebûn û xwebûna xwe jî dûr dikevin û ev yek trawmayeke kûr e. Ji ber vê yekê vegirtina zimanê bindest ne tenê meseleyeke çandî ye, belkî meseleyeke derûnî û saxbûnê ye.
Encam
Ji perspektîfa derûnkolîneriyê ve, birîn û trawaya derûnî ya gelê bindest ne tenê "birîn û trawmaya dîrokî" (historical trauma) ye, belkî "êrîşa domdar a derûnî" (ongoing psychic assault) ye ku li ser "derûna hevpar" (collective psyche) tê kirin. Pergala "terorîst"kirinê wekî "kontrola zihn û aqil a pergalî" (systematic mind control) kar dike û armanca wê "serdestiya derûnî" (psychic colonization) ya gelê bindest e.
Pergala "terorîst"kirinê pergaleka jêbirin û jiholêrakirina nasnameyê ye ku armanca wê ne tenê têkoşîna siyasî bi dawî bîne ye, belkî mirovbûna giştî ya gelê bindest jêbibe û wan ji nasnameyên hebûn û xwebûna wan cuda bike. Ev pergal birîna derûnî ya hevpar çêdike ku bandorên wê nifş bi nifş derbas dibin. Nasnameya bindest ne tenê nav e; çand e, ziman e - mirovahiya bindestan e. Parastina wê parastina mirovahiya hebûn û xwebûnê ye, bergiriya li dijî jiholêrakirina wê bergiriya li dijî neçariya mirovî ye.
Çareseriya rastîn ne tenê bi "çareseriyên siyasî" (political solutions) gengaz e, belkî pêwîstiya wê bi "xebata derûnî ya kûr" (deep psychological work) jî heye. Gel divê bibe "kirdeyê çîroka xwe" (subject of their own story) û ne "heyberê rengvedana yê-din" (object of others' projections). Ev yek tenê bi "paşve-stanina temsîl û aktorbûnê" (reclaiming of agency), "yekkirina beşên cûdabûyî" (integration of split-off parts) û bi "xebat û karkirina materyalên trawmatîk" (working through of traumatic material) re gengaz e.
Nasnameya bindest di vê pêvajoyê de wekî "heybera guhertinê" (transitional object) kar dike ku "pir"e (bridge) di navbera "cîhana navxweyî" (internal world) û "rastiya derxweyî" (external reality) de ye. Parastina nasnameyê ji ber vêyê ne tenê bi "bergiriya siyasî" (political resistance) ye, belkî saxbêrî (maintenance) û "saxmayîna derûnî" (psychic survival) ye jî.
Lê çareseriya rastîn ne saxbûn e, belkî jiyan e. Armanca ne ew e ku gelê bindest her carê li dijî zordariyê berxwedanê bike, belkî ku bikare jiyaneke zengîn, afirîner û azad bijî ku tê de parastina nasnameyê ne wekî bar, belkî wekî xezîne û çavkaniya hêzê ye.
Çavkanî:
Ainsworth, M. D. S., Blehar, M. C., Waters, E., & Wall, S. N. (1978). Patterns of attachment: A psychological study of the strange situation. Lawrence Erlbaum.
Balint, M. (1968). The basic fault: Therapeutic aspects of regression. Brunner/Mazel.
Bowlby, J. (1969). Attachment and loss: Vol. 1. Attachment. Basic Books.
Herman, J. L. (1992). Trauma and recovery: The aftermath of violence—From domestic abuse to political terror. Basic Books.
Jung, C. G. (1959). The archetypes and the collective unconscious (R. F. C. Hull, Trans.). Princeton University Press. (Original work published 1934)
Klein, M. (1946). Notes on some schizoid mechanisms. International Journal of Psychoanalysis, 27, 99-110.
Volkan, V. D. (2001). Transgenerational transmissions and chosen traumas: An aspect of large-group psychology. Group Analysis, 34(1), 79-97.
Winnicott, D. W. (1960). The theory of the parent-infant relationship. International Journal of Psychoanalysis, 41, 585-595.
Ferhengok
Derûnkolînerî (Psychoanalysis) Derûnkolînerî yek ji bîrdoziyên herî bandorker ên derûnnasiyê ye ku ji aliyê Sigmund Freud ve di dawiya sedsala 19an de û li seranserê sedsala 20an hatiye pêşxistin. Ev bîrdozi li ser vê pêşbîniyê ava bûye ku gelek ji tevger û reftarên mirov, bêpergalî û pirsgirêkên derûnî û nexweşiyên wî ji hêzên derhişî (unconscious forces) tên û ev hêz di binî de bandora wê ya mezin li ser jiyana rojane ya mirov heye. Freud piştî ku bi nexweşên hîsterî (hysteria) re kar kir û dît ku ew nexweşiyan ji sedemên laşî çênabin, dest bi lêkolîna kûr a derûna mirov kir. Wî dît ku mirov mîna kêleşa avê ye ku beşa mezin a wî di binî de ye û mirov nikare wê bibîne. Ev beşa ku nikare were dîtin "derhişî" (unconscious) ye û tê de hemû bîranîn, arezû, hest û ezmûnên ku mirov nikare qebûl bike an jî zehmet e têne parastin. Derûnkolînerî dibêje ku derûna mirov ji sê beşên sereke pêk tê. Nizimezî (Id) ku bi prensîpa kêfê kar dike û tenê dixwaze arezûyên xwe yên bingehîn wekî xwarin, vexwarin, hevşabûn û şidetê bi cih bîne bêyî ku li encaman bifikire. Ezî (Ego) ku wekî navbeynkarekî di navbera arezûyên nizimeziyê û realîteya jiyanê de kar dike û hewl dide ku arezûyan bi awayekî guncav û qebûlkirî têr bike. Bilindezî (Superego) jî ku mîna wicdanê navxweyî ye û dengê dêûbavan, civak û dîrokê ye û her carê mirov dinirxîne û li gorî nirx û erkên civakî mirov dadwer dike. Çareseriya derûnkolînerî proseyek e pir demdirêj ku di wê de nexweş her roj an çend rojan carekê li cem derûnterapîst (derûnkolîner) dicivin û bi awayekî azad derbarê her tiştî de diaxivin. Terapîst vê yekê "Bibîranîna Serbest" (Free Association) dibîne û dixwaze ku nexweş bêyî kontrol û rexne her tiştê ku dikeve serê wî û tê ser zimanê wî bibêje. Bi vî awayî materyalên derhişî dest bi derketina holê dikin û terapîst wan şîrove dike. Her wiha xewnên nexweş, şaşiyên wî yên zimanî, têkiliya wî bi terapîst re (veguhestin) û mekanîzmayên berevaniyê yên wî jî tên şîrovekirin.
Derûnşîkarî (Psychodynamic) Derûnşîkarî term û çavkaniyeke berfirehtir e ku hemû bîrdoziyên ku ji derûnkolînerî derketine vedihewîne. Dema Freud mir, xwendekarên wî û derûnnasên din dest bi pêşxistina van bîrdoziyan kirin û hinek beş guhertin, hinek beş jî lê zêde kirin. Ev bîrdoziyên nû hîn jî li ser bingehên sereke yên Freud ava ne lê hin aliyên cuda jî hene. Derûnşîkarî pir girîngiyê dide têkiliyên zaroktiyê û bandora wan ya li ser jiyana kamil. Lê ji Freud cuda, derûnşîkarî zêdetir li ser têkiliyên civakî, bengîtî û girêdanê (attachment) û hestên mirov disekine. Zanayên wekî Melanie Klein, Donald Winnicott, John Bowlby, Carl Jung û Erik Erikson hemû beşdar bûne di pêşxistina vî warî de. Bîrdoziya girêdanê (attachment theory) ya John Bowlby dibêje ku zarok bi siruştî ve hewl didin ku bi kesên li wan digerin re girêdayî bibin. Ev girêdan ne tenê ji bo saxbûna laşî ye belkî ji bo geşepêdana derûnî jî pêwîst e. Zarokên ku girêdana ewle (secure attachment) peyda nakin di jiyana xwe ya paşîn de têkiliyên zehmet ava dikin û kêşeyên derûnî derdikevin. Melanie Klein û bîrdoziya têkiliyên heyberan (object relations theory) dibêje ku zarok ji beriya ku fêr bibin ku biaxivin jî, dest bi çêkirina wêneyên navxweyî yên dêûbavan dikin. Ev wêne di derûnê de têne parastin û ji bo hemû têkiliyên paşîn wekî model têne bikaranîn. Zarokên ku têkiliyên baş peyda nakin, wêneyên "heyberên bed" (bad objects) ên navxweyî ava dikin ku hemû li jiyana wan bandorê dikin. Carl Jung û bîrdoziya derhişiya hevpar (collective unconscious) dibêje ku di binî de hemû mirov bi hev ve girêdayî ne û tê de şêwazên arketîpî (archetypal patterns) yên wekî bav, dê, pîr, hêja hene ku di nav hemû çandiyan de têne dîtin. Ev arketîp (archetypes) di xewn, çîrok û mîtolojiyên gelên cûda de xuya dibin. Donald Winnicott û bîrdoziya xwebûna rastîn li dijî xwebûna sexte (true self vs false self) dibêje ku dema zarok di hawîrdoreke nexwestî de mezin dibin, ew mecbûr dimînin ku xwebûneke sexte (false self) ava bikin da ku hêviyên kesên din têr bikin. Lê bi vî awayî xwebûna wan ya rastîn (true self) tê veşartin û ew nikarin bi awayekî xwezayî bijîn. Derûnşîkar dibêjin ku terapî tenê çareserikrina nîşanên nexweşiyê nîne belkî guherandina bingehên kesayetiyê ye. Armanc ne ew e ku mirov hest bi xweşiyê bike, dibe ku ku bigihîje xwebûna xwe ya rastîn, têkiliyan baştir ava bike û bi jiyana ewletir. Ev proses demdirêj e û wextekî pir zêde dixwaze lewre divê hemû pergala derûnî û giyanî ya mirov were veguhertin. Her du rêbaz bandorê li derûnnasiya nûjen (modern psychology), têkiliyên mirov, perwerdehî, huner û edebiyatê kiriye. Gelek ji têgîhîştina me ya derbarê mirov, zaroktiyê, girêdanê û têkiliyan ji van çavkaniyan hatiye.
Amûrên Derûnî (Psychic Apparatus) Pergala derûnî ya mirov e ku ji sê beşên sereke pêk tê. Li gorî Freud, ev pergal mîna welatekî ye ku sê hêzên cûda di nav de hene. Nizimezî (Id) wekî zarokekî ku tenê ekil û çêj û kêfê dixwaze, bêyî ku li encamên kiryarên xwe bifikire. Ev beş bi prînsîba ekil û çêjê (pleasure principle) kar dike û dikeve nava her karê ku kêf û ekil û çêjê bîne. Ezî (Ego) wekî kesekî ye ku di navbera arezû û xweziyên zarok û realîteya jiyanê de dibe navbeynkar. Ev beş bi prînsîpa rastiyê (reality principle) kar dike û hewl dide ku arezû û xwaziyên nizimeziyê (îd) bi awayekî guncav têr bike. Bilindezî (Superego) jî wekî parêzerekî ye ku her carê mirov dinirxîne û li gorî nirx û erkên civakî mirov dadwer dike. Gava mirov tiştekî ku civak qebûl nake bike, bilindezî hest bi siza û tawana mirov dide.
Arketîpa Siyê (Shadow Archetype) Di bîrdoziya Jung de, beşa kesayetiyê ya ku mirov naxwaze wê ‘nas’ bike û li ser takekesên din rengvedanê dike.
Bengîtî (Attachment) Girêdana hestî ya di navbera zarok û xwedîparêzên wî/wê de ku di salên yekem ên jiyanê de pêk tê û ji bo geşedana derûnî ya sax û saxlem pêwîst e.
Bîrdoziya Girêdanê (Attachment Theory) Ji aliyê John Bowlby ve hatiye pêşxistin û dibêje ku zarok bi dêûbavan re girêdayî dibin da ku xwe ewle hîs bikin û di geşepêdanê de pêş biçin. Ev girêdan ne tenê ji bo zaroktiyê girîng e, belkî dibe model ji bo hemû têkiliyên jiyana mirov. Zarokên ku girêdana baş peyda nakin di jiyana kamil û meziniyê de jî têkiliyên arîşe û pirsgirêkdar ava dikin.
Birîn/Trawma (Trauma) Rûdanên giranbuha ku bandora kûr li ser derûn û bedena mirov dikin û mirov nikare wan bi awayekî normal qebûl bike, bicih bike an jî li ber xwe bihêle. Birîn mîna ku berza mezin ji jorê dakeve ser mirov û mirov di binê wê de bimîne û nikare ji binê wê derê. Mirov her carê wekî ku ew rûdan niha çêdibe hîs dike her çend ew borî be jî.
Birîna/Trawmaya Hevpar (Collective Trauma) Birîna ku hemû gel an komek jê derbas dibe û di bîr û çanda wan de cih digire. Mînak, koçberî, jenosîd, şer an jî zordariya pergalî dikarin birînên hevpar biafirînin ku ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Ev birîn di folklor, stranên gelêrî, çîrok û reftarên civakî de tê domandin.
Dabeşkirin (Splitting) Mekanîzmayeke bergirî ya ku tê de mirov cîhanê wekî "bi giştî baş" an "bi giştî xirab" dibîne da ku ‘xwe’ ji şaşbûnê biparêze.
Derhişî (Unconscious) Beşa derûna mirov e ku mirov dûrî agahdariyên rastîn e lê karîgeriya wê ya mezin li ser hemû jiyana mirov heye. Ev beş mîna qûleke kûr a avê ye ku di binê derûnê de ye û tê de bîr, hest, xewn û trawmayên ji zaroktiyê hatine veşartin e. Freud dibêje ku ev beş 90% derûna mirov e û mîna kêleşa avê ye ku beşa mezin a wê di binî de ye. Her çend mirov nikare rasterast bigihîje vê beşê jî, ew bi rêya xewnan, şaşiyan, tevgerên derhişî û reftarên ku mirov fêm nake xuya dibe. Derhişî bi vac û mantiqê naxebite û tê de her tişt hevdem e, sînor tune ne û hevberalî û nakokî (contradiction) nîne.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious) Asta derhişiyê ya ku di nav hemû mirovan de hevpar e û tê de şêwazên arketîpî têne parastin.
Girêdana Bêrêkûpêk (Disorganized Attachment) Rewşa herî xirab a girêdanê ku tê de zarok xwe di ewlehiyê de nabîne. Zarok di navbera revîn û nêzîkbûnê de dimîne û fêm nake ka çi bike. Ev yek ji zordestî an jî dêûbavên ku birîndar in çêdibe. Ev zarokanan di meziniyê de têkiliyên pir pirsgirêkdar ava dikin.
Girêdana Ewle (Secure Attachment) Rewşa ku zarok hest dike ku dêûbavên wî hene, dê li wî bigerin û dê biparêzin. Ev zarokan fêr dibin ku cîhan cihekî ewle ye û mirov dikarin pê bawer bin. Di meziniyê de ev takekesan têkiliyên baş ava dikin, bi xwe re ewle ne û dikarin dilovan bin.
Heybera Baş li dijî Heybera Bed (Good Object vs Bad Object) Li gorî Klein, zarok di seretayê de nikare fêm bike ku dê yek e û carinan baş e carinan jî xirab. Ji ber vê yekê zarok dê wekî du heyberên cûda dibîne: Dêya ku şîr dide û dilovan e (heybera baş) û dêya ku bang nake û şîr nade (heybera bed). Dema zarok mezin dibe fêr dibe ku ev her du yek in û dikare hevdualîtiyê qebûl bike.
Heybera Guhertinê (Transitional Object) Heyber ku di navbera cîhana navxweyî û rastiya derxweyî (derveyî) de mîsyona pirê dike û ewlehiya derûnî peyda dike.
Heyberên Navxweyî (Internal Objects) Wêneyên kesên girîng ên ku di derûna mirov de hatine parastin û bandora wan li ser mirov heye her çend ew nêzî mirov nînin jî. Ev mîna ku dengê dêya mirov her carê di serê mirov de be û bibêje "wisa neke" an "ez bi te kêfxweş im." Ev heyberên navxweyî dikarin baş bin (hêz û dilovanî didin mirov) an jî bed bin (mirov bi tawanbar dikin û rexneyên tund li mirov dikin).
Jihevqetandin û jêkvebûn (Dissociation) Mekanîzmayeke bergirî ya ku tê de mirov ji hestan û bîranînan cuda dibe da ku xwe ji êşan biparêze.
Rêya Karkirinê (Working Through) Pêvajoya derûnî ya ku birîn û pevçûnên navxweyî têne çareserkirin. Ne tenê têgihîştina hiş û aqil e, belkî pêvajoya hestî jî ye.
Kêmasiya Bingehîn (Basic Fault) Kêmasiyeke di bingeha kesayetiyê de ku ji ber nebûna xweşinaviya derûnî di zaroktiyê de çêdibe.
Malxulyan (Melancholia) Rewşa xemgîniya domdar ku dema windabûnên girîng nayê qebûlkirin çêdibe. Ji şînê cuda ye lewre windabûn nayê naskirin.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms) Rêbazên otomatîk ên derhişî ne ku derûn wê bi kar tîne da ku xwe ji êş, rageşî û gefa derûnî û giyanî biparêze. Ev mekanîzma mîna pergala parastina bedena mirov in, mirov ji nexweşiyan diparêze - her çend mîkrop (qilêr) tune bin jî, mirov dikare nexweş bibe. Anna Freud, keça Sigmund Freud, van mekanîzman bi berfirehî lêkolîn kiriye û diyar kiriye ku her kes van mekanîzan bi kar tîne lê dema ew zêde bibe dikarin bêpergalî û pirsgirêkên derûnî û giyanî biafirînin.
Parçekirin (Splitting) Mekanîzmaya ku mirov nikare hevdualîtiyê (ambivalence) qebûl bike û her tiştî wekî "hemû baş" an "hemû xirab" dibîne. Ev yek bêtir di rewşên trawma de çêdibe ku mirov nikare hevdem hem tiştên baş hem jî yên xirab ên heman kesî qebûl bike. Mînak, zarokek ku ji bavê xwe ditirse dikare wî wekî "heywanekî xirab" bibîne û nikare qebûl bike ku heman bav carnan jî xweş û dilovan e jî. Mirov mîna ku cîhanê bi rengê spî û reş dabeş bike û rengînî tê de tunebe.
Ramana Pêvajoya Hov/Seretayî (Primary Process Thinking) Awaza fikir û ramanên ku di derhişiyê de heye û bi qanûnên mantiqê naxebite. Di vê awaza fikir û ramanê de tim û cih nînin, her tişt bi hev re girêdayî ye û hest û arezûyê ji mantiqê girîngtir in. Zarok, mirovên di rewşa trawmayê de û di xewnan de mirov bi vî awayî difikirine. Mînak, dema mirovek ji tiştekî ditirse, ew dikare di xewna xwe de bibîne ku xwe avêtiye nav bajarekî ku hemû tişt ew tiştê ku ji wî ditirse ye.
Rengvedan (Projection) Proseya ku mirov hest, raman an taybetmendiyên xwe yên nexwestî li ser kesên din reng "projek" vedide, wekî ku ew ne yên wî ne belkî yên yê-din in. Mînak, mirovek ku xwe bi hêrs û tundiyê nas nake dikare her carê bibêje "hemû kes li min tund in." An jî mirovek ku di dilê xwe de hest bi nefretê dike dikare bibêje "ew kes ji min diheside." Ev mekanîzma wekî ku mirov neynika xwe li ser kesekî din bike û bibêje "ew pîs e, ez na."
Revok-Rageş (Anxious-Avoidant) Şêwaza girêdanê ku zarok fêr dibe ku hêvî ji kesên din neke lewre ew wî diêşîne an jî di hawara wî de nayê. Ev zarokan fêr dibin ku xwe biparêz in û dûr bikevn. Di meziniyê de ev kesan zehmet e ku dilovan bin û carnan wekî "sar" an "bêhest" têne dîtin.
Rewşa Depresîf (Depressive Position) Rewşa pêşketîtir e ku mirov dikare têbigihîje ku kesên din hem baş in hem jî xirab in. Di vê rewşê de mirov hêz û şiyana "depresîfiyê" (concern) peyda dike û dikare hest bi tawanê bike ji ber ku kesên din êşandiye. Lê ev rewş ne nexweşî ye, belkî nîşana geşepêdanê ye. Asta geşepêdana derûnî ya ku tê de mirov dikare heyberan bi hev re xweş û xirab nas bike û hest bi berpirsyariyê bike.
Rewşa Paranoyîd-Şîzoyîd (Paranoid-Schizoid Position) Li gorî Melanie Klein, ev rewşa seretayî (hov) ya derûna mirov e ku tê de mirov nikare hevdualîtiyê qebûl bike û her tiştî wekî "hemû baş" an "hemû xirab" dibîne. Di vê rewşê de mirov her carê hest bi gef û zilmê dike û dikare bibe paranoyak. Mirov bi awayekî prîmîtîv difikirine û nikare têkiliyan baş birêve bibe. Asta geşepêdanê ya ku tê de mirov heyberên "bi temamî baş" an "bi temamî xirab" dibîne û nikaribe wan bi hev re bibîne.
Rêya Karkirinê (Working Through) Pêvajoya demdirêj û dijwar a ku tê de mirov careke din birîn û pirsgirêkên xwe dinirxîne, fêr dibe ku wan qebûl bike û rêbazên nû ên têkiliyê fêr dibe. Ev pêvajo mîna dermalkirina birîna kûr e ku wext û sebrê dixwaze.
Tamîrat û Tazmînat (Reparation) Arezûya ku mirov zirarên ku dayîne yê din an jî xwe sererast bike. Li gorî Klein, ev arezûyeke siruştî ye ku ji rewşa depresîf çêdibe û mirov hewl dide ku têkiliyan baş çê bike û êşê kêm bike.
Têkiliyên Heyberan (Object Relations) Bîrdoziya ku Melanie Klein û yên-din pêş xistine û dibêje ku awaza mirov têkiliyan bi kesên din re ava dike ji zaroktiyê dest pê dike û li ser bingeha têkiliya yekem a zarok bi dê re ava dibe. "Heyber" ne tenê kesên rastîn in, belkî wêneyên wan ên di derûnê mirov de hatine çêkirin in jî. Ev wêne di serî de ji têkiliya zarok bi dê re çêdibin û paşê ji bo hemû têkiliyên din wekî model têne bikaranîn. Bîrdoziya ku meriv dizane ka çawa têkiliyên zaroktiyê bandorê li ser têkiliyên paşîn dikin.
Veguhestin (Transference) Dema mirov hest û têkiliyên borî li ser terapîst an kesekî din veguhezîne. Mînak, dema mirov bi terapîst re wekî ku ew bavê wî ye tevdigere. Ev yek di terapiyê de pir girîng e lewre dibe rê ku mirov têkiliyan fêm bike.
Veguhestina Nifşî (Transgenerational Transmission) Proseya ku birîn û trawma ji dêûbavan derbasî zarokan dibe bêyî ku ew rûdan bi xwe jiyabe. Ev veguhestin bi awayekî derhişî çêdibe - dêûbavên birîndar nikarin ji zarokan re hawîrdoreke ewle peyda bikin lewre bi birînên xwe re mijûl in. Mîna ku nexweşî ji nifşekî derbasî nifşê din bibe, birîn û trawmaya derûnî jî wiha tê domandin.
Xwebûna Rasteqîn (True Self) Beşa kesayetiyê ya ku bi rastî û xwezayî tevdigere lê di jîngehên trawmatîk de divê were veşartin.
Xwebûna Rastîn li dijî Xwebûna Sexte (True Self vs False Self) Li gorî Donald Winnicott, dema zarok di hawîrdoreke ewle de mezin nabe, ew xwebûneke sexte ava dike da ku xwebûna rastîn biparêze. Xwebûna sexte her carê hewl dide ku hêviyên kesên din têr bike û wekî "aktor"ekî dijî. Xwebûna rastîn jî ya ku bi rastî mirov e û xwaziyan û hestên wî yên rastîn tê de ne.
Xwebûna Sexte (False Self) Kesayetiya ku mirov ji bo lêgerîna jîngehê çêdike lê bi ‘xwe’ya wî/wê ya rastîn re têkilî nîne.
Xwe-wekdîtina bi Êrîşkar re (Identification with the Aggressor) Mekanîzmaya ku qurban reftarên êrîşkarî dixe ser xwe da ku hest bi ewletiyê bike û êrîş li wî/wê nekeve. Anna Freud ev mekanîzma di zarokên ku tûşî zordestiyê dibin de dîtiye. Zarok dikare bibe mîna dêûbavê ku ji wî/wê ditirse da ku êrîş nekeve ser xwebûna wî/wê. Ev yek di gelek rewşên kolektîf de jî çêdibe ku komên bindest reftarên komên serdest li hebûn û xwebûna xwe dikin.
Xwewekdîtina Rengvedanî (Projective Identification) Mekanîzmaya girêkî ku yek kes hestên xwe li ser yê din reng (projek) vedan dike û paşê wî mecbûr dike ku van hestan bijî. Ev mîna ku mirov hêrsa xwe bide yê din û paşê bibêje "tu hêrsdar î" û wê demê yê din bi rastî dest bi hêrsê dike. Ev mekanîzma di têkiliyên bêpergal û pirsgirêkdar de pir tê dîtin. Pêvajoya ku mirov hestên xwe yên nexwestî li ser kesên din rengvedan dike û wan hestan wekî beşek ji nasnameyê wan nas dike.
Zorlêtiyên Dubarekirinê (Repetition Compulsion) Tendensa derhişî ya dubarekirin a rewş û têkiliyên trawmatîk.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


