Diyarname
Îro ji bo Dora 2'yan a Kûpaya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Di heman demê de 3 tîm bi cezayê avêtina ji kûpayê hatin cezakirin. Yek ji van tîman jî Diyarbekirspor e.
TÎMÊN HATINE AVÊTIN
Tîmên fûtbolê Diyarbekirspor, Çankiri û Afyonspor bi sedema di Dora 1'em de di dema xwe de derneketin sehayê bi 3-0 têkçûyî hatin hesibandin û ji kûpayê hatin avêtin.
PIŞKE HAT KIŞANDIN
Ji bilî van tîman îro ji bo 76 tîman pişke hat kişandin û tîmên ji bo Dora 2'yan bûn reqîbên hev diyar bûn. Di vê dorê de tîmên timên di Dora 1'em de bi ser ketin, hin tîmên hin tîmên Lîga 1'em û 2'yem beşdar dibin. Di nav van de tîmên bajarên kurdan jî hene. Maç wê rojên 16-17-18'ê vê mehê bêne lîstin û tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yem bibin.
REQÎBÊN TÎMÊN BAJARÊN KURDAN EV IN
Di pişkeyê de 14 tîmên bajarên kurdan hebûn ku di vê pişkeyê de reqîbên van jî diyar bûn. V
a ne ew tîm û reqîbên wan:
- Anagold 24 Erzincan Spor - 1926 Bulancakspor
- Karakopru Belediy Spor - Bitlis 1916 Futbol Spor
- MuşSpor - Mazidagi FosfatSpor
- Elazigspor - 12 Bingol spor
- Agri 1970 Spor - Batman Spor
- Dersim Spor Şanliurfa Spor
- Kahta 02 Spor - Adana DemirSpor
- Silifke Belediye Spor - Kahramanmaraş İstiklal Spor
- Malatya Yeşilyurt Spor - Adana 01 futbol Spor
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin


