logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer dest pê kir

  • Dîrok: 15/09/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

QAMIŞLO

7'emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi diruşma "Her Govendek Çîrokek e û Her Çîrokek Dîrokek e" êvara 15'ê mehê li Parka Azadî ya li Qamişloyê dest pê kir. 23 komên govendê yên kurd, ereb, suryan-aşûr, ermen, çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê beşdar dibin. Îsal ji Duhokê jî komek hatiye.

Festîval ji hêla Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û şêniyên ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi cil û bergên xwe yên floklorî tevlî merasima destpêkirina festîvalê bûn.

Hevseroka TEV-ÇAND`ê Sumeya Mihemed di axaftina xêrhatina mêvanan de got ku ev festîvala azadî û aştiyê ye, hemû pêkhateyên herêmê lê amade bûne. Sumeya spasiya beşdarbûna Koma Milî ya Duhokê jî kir û wiha got; “Me xwest ji deverên din ên Kurdistanê jî kom beşdar bibin, lê dîsa jî rê li ber beşdarbûna wan girtî ye. Îro bi rêya vê festîvalê em li hev civiyan.”

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û endamê Rêveberiya Komîna Govendê Zana Huner jî got ku ji sala 2015`an heta roja îro festîval tê lidarxistin û got: “Em dixwazin 3 rojan bi hev re bi xweşî derbas bikin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî axivî û da zanîn ku bi hêviya ku ev festîval bibe derfetek ji bo nîşandana çanda demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê.

Di merasimê de derveyî bernameyê endamên YPJ'ê li ber stranên kurdî û erebî govend gerandin. Di çarçoveya bernameya roja yekemîn a festîvalê de Koma Şehîd Serhed a Kevneşopiyê ya Heleb, Koma Palmîra ya ji Reqayê, Koma Milî ya Govendê ya ji Duhokê, Koma Şehîd Sînan a ji Kobanê, Koma Hekarî ya Aşûrî û Koma Dayikan a Şehîd Reyhan a ji Amûdê derketin ser dikê û govend gerandin.

ROJA DUYEM 11 KOM HENE

Roja 16`ê rezberê roja diduyan a festîvalê ye û  dê Koma Kevnşopî (Dêrik) Koma Atra ya Aşûrî (Cizirê), Koma Xelat (Qamişlo), Koma Rubûh El Cezîra (Til Temir), Koma Ronak (Amûdê), Koma Artasax ya Ermenî (Hesekê), Koma Stiyên Xweristî (pargîn), Koma Şehîd Çekdar (Rimêlan), Koma Ş.Rêwan (Tirbespiyê), Koma Gulan Zelal (Rimêlan), Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê) derkevin ser dikê û govendê bigerînin. Festîval dê 17`ê Îlonê bi dawî bibe.

SPANDA WEŞANÊN ŞILÊR
Li aliyê din Weşanxaneya Şilêr ku li Rojava weşanxaneyeke mezin e li qada festîvalê stand vekir û pirtûkên xwe  pêşkêşî mêvanan kir.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin

ad

Îro hin rojnamegerên din hatin binçavkirin

ad

Xalid Kerîm: ‘Hunera kurdan dengbêjî ye, nabe bê dagirkirin’

ad

Demirtaş: Em jiyaneke nû pêşkêş dikin

ad

Xalê Mihemed

ad

Piştî 50 salan yekem car bû şampiyon

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname