Diyarname
Koma Amed piştî 30 salan cara yekê li Amedê wê konserek pêşkêş bike. Dîroka lidarketina konserê wekî 1'ê sermawezê diyar kiribûn lê ev dîrok guhartin û biryar dan roja 25'ê kewçêrê saet 19'an de wê li dar bikeve,.
Li gor agahiya nû roja 25'ê kewçêra 2025'an Koma Amed li Qada Newrozê ya li Amedê wê konserê bide. Yek ji endamên komê Memo Gul bi ser hesabê xwe yê X'ê re ev agahî belav kiribû. Niha jî Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî li ser vê yekê belav kir û pêre jî got ku konser bê pere ye.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî bi ser hesabê xwe re ev agahî belav kir û banga beşdariyê li muzîkhezan kir.


