logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû

  • Dîrok: 01/10/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
9’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi nîşandana belgefîlmê “Li Ber Siya Spîndarê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Festîval ku bi dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” hate organîzekirin, bi hevkariya Şaredariya Peyasa Amedê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn li dar ket. Festîval bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di merasima bi dawîkirina festîvalê de dayika Kemal Kûrkût Secan Kûrkût û gelek kesan din amade bûn.
Di nav bernameya roja dawî de panel û nîşandayîna fîlman hebû. Panela bi navê “Şîn, Bîr, Têkoşîn: Di Sînemaya Belgefîlman de Şahidî û Edalet” li ÇandAmedê li dar ket. Parêzer Eren Keskîn, derhêner Veysî Altay û Berke Baş di panelê de axivîn.
Di eywanên sînemayê yên ÇandAmedê de belgefîlmên “Li Dengê Azadiyê Da”, “Xana Nû”, “Firîngî Îsot Depresyon” û “Kerboran” hatin nîşandan. Her wiha, li eywana Bezgîn Bekîr belgefîlmên “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê” û “Habîbûllah”, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê “Meşa Îrisê”, “YÎBO” û “Xewna Rojînê”, û li Navenda Ciwanan a Rezanê jî “Fîlmeke Fedaî” û “Sirgûn Qet Naqede” hatin pêşandan.
“Ev xebat rêwîtiya heqîqetê ye” 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar di merasima dawîkirina festîvalê de axivî û got: “Ev pêvajo ji Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê dest pê kir û niha berfirehtir bûye. Xebatkaran karekî hêja kirin, em bi serbilindî beşdar bûn. Eleqeya mezin me kêfxweş kir. Her fîlmek bû şahidê rastiyên me, êş û hestên me. Ev xebat ji bo rêwîtiya heqîqetê pir girîng e. Em pirsgirêkên gelê xwe weke yên xwe dibînin û em ê vê pêvajoyê bi xwedîderketin û bernameyên nû bidomînin.”
“Polîtîkayên qirêj li vir têk çûn” 
Hevşaredar Cengîz Dundar jî diyar kir ku “Ev festîval bûye mihrîcaneke navneteweyî û di çapemeniya cîhanê de cih girt" "û wisa dom kir: Em spasiyên xwe ji gelê xwe re dikin. Êşa gelê Kurd hîn teze ye. Di her belgefîlmê de me axa xwe, êşa xwe û têkoşîna xwe dît. Dixwazin em hafizaya xwe ji bîr bikin, lê gelê Kurd dibêje ‘Em axa xwe û êşa xwe ji bîr nakin.’ Polîtîkayên qirêj li vir têk çûn. Me têkoşîna Narîn, Rojîn, Apê Mûsa, Orhan Dogan û berxwedana jinan dît. Di kesayetiya Leyla Qasim de me hemû hevalên xwe dîtin. Ev têkoşîn didome û em ê bênavber bidomînin.”
Festîvalê îsal biryar da ku di gelek waran de xelatan bide. Hin xelat jî ji bo bibîranîna wan, navên kesan lê kirin. Piştî axaftinan belgefîlm hatin xelatkirin. Di dawiyê de, Koordînatorê Çandê yê Şaredariya Peyasê Omer Fîdan plaket dan endamên juriyê û sipasiya wan kir.  

Va ne Xelatên Festîvalê
- Xelata Taybet a Juriyê:
 “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê” / Derhêner Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyûrt, Can Memîş, Sîbîl Çekmen, Nadîr Sonmez, Serra Akcan, Belît Sag

- Xelata Dad û Heqîqetê ya Orhan Dogan: "Kerboran” / Derhêner Berke Baş

- Xelata Azadiyê ya Leyla Qasim: “Li Dengê Azadiyê Da” / Derhêner: Zeynep Entezar

- Xelata Baxçeyên Hevselê ya Ekolojiyê: “Habîbûllah” / Derhêner: Adnan Zandî

- Xelata Gel a Kemal Kûrkût: Ji ber rewşa tenduristiyê ya nivîskar Îsmaîl Beşîkçî piştî nîşandana belgefîlmê “Îsmaîlê Me”, dengdan nehat kirin. Juriyê biryar da ku xelatê bidin rojnameger Abdûrrahman Gok, ku kuştina Kemal Kûrkût bi wêneyên xwe eşkere kiribû. Xelat ji aliyê dayika Kemal Kûrkût, Secan Kûrkût ve hate dayîn. Secan Kûrkût di axaftina xwe de xwest kujerên lawê wê bên cezakirin û got: “Em ê tim bi koka xwe û bîra xwe bijîn!”

- Xelata Taybet a Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn: Ji nivîskar Îsmaîl Beşîkçî re hate dayîn, ku xelat ji aliyê Serokê Komeleyê Sîpan Dagdevîren ve hate pêşkêşkirin.

Xelatên Fona Fîlman a FîlmAmedê
- Xelata Hilberînê: Dîlan Engînê bi projeya xwe “ Dengê pûş ê di hundirên min de (İçimde Kurumuş Ot Sesi)” girt
- Xelata Post-Produksiyonê: Ahmet Pertek bi projeya xwe  “Ben û Sen” girt.
- Xelata Piştgiriya Alavên Teknîkî: Fatma Çelîk bi projeya xwe “Gundem” girt.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Stockholmê Semînera Enstîtuya Kurdî

ad

Galatasaray çû, ji Beşîktaş û Fenerbahçeyê jî dê yek ji wan here

ad

Di wergerê de mînaka Japonya û Siloveniyayê

ad

Wezîrî amerîkî, Mazlum Ebdî û wezîrê Sûrî li Almanyayê hatin ba hev

ad

30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn

ad

Rusya: Ji bo kurd beşdarî Cenevreyê bibin em dikin Tirkiyeyê qanî bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname