WAN
Li Wanê Komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” dest pê kir. Endamê Komîteya Amadekar Heval Dilbihar got: “Heta statuya kurdî neyê naskirin, heta perwerdeya bi kurdî neyê dayin dê ne aştî were ne jî aramî.”
Platforma Saziyên Demokratîk û saziyên ziman ên pêkhateyên wê vê komxebatê li dar dixin. Komxebat, li Salon Dawetê ya Ciraganê ya li Rêya Armûşa Wanê bi diruşma "Azadiya zimanê kurdî di destê me de ye" dest pê kir. Îro û sibê, du rojan wê komxebat bidome.
Li salonê pankartên wekî “Statûya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” û “Ji bo zimanê kurdî têkoşîn û xebat” daliqandin. Gelek kesên eleqedar di komxebatê de amade ne.
'ZIMAN JI NAN Û AV GIRÎNGTIR E'
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar ku di heman demê de endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê ye axaftina destpêkê kir.
Dilbihar pêşî Baba Tahirê Ûryan, Feqiyê Teyran, Mensûre Kurdistanî, Cegerxwîn û bibîr anî, rêzdariya xwe ji bo wan anî ziman û got, "Em rêzdariya xwe ji bo rêberê gelê kurd rêzdar Abdullah Ocalan jî pêşkeş dikin ku ev derfet daye me em vê komxebatê li dar bixin. Em rêzdariya xwe ji bo hemû şehîdan pêşkêş dikin. Em gelek spasiya xwe ji bo hemû pêkhateyên kurd jî dikin. Rêzdar Abdullah Ocalan, dibêje ku ‘ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê girîngtir e.’ Her wiha dibêje ku kes û neteweyên ji zimanê dayika xwe bêpar ji ajalan jî berjêrtir in. Lewma ziman wekî laşê mirovan pênase dike û dibêje lê xwedî derbikevin.”
‘HETA STATUYA KURDÎ NEYÊ NASKIRIN AŞTÎ PÊK NAYE’
Dilbihar, destnîşan kir ku hinek derdor dibêjin tevgera azadiyê ji bo zimanê kurdî zêde tiştekî nake û wiha berdewam kir: “Heke îro gelek derdor xebatên ziman bimeşînin, ev yek di encama têkoşîna tevgera azadiyê û gelê kurd de ye. Em ê bi vê komxebatê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bigihînin merheleyeke din. Rêzdar Ocalan li gel hemû pêkhateyan pêvajoyek daye destpêkirin. Heta di hemû zagon û qanûnan de statû û perwerdehiya bi kurdî neyê qebûlkirin, ne aştiyeke rast û mayînde pêk tê, ne jî civakeke demokratîk tê avakirin. Divê em li vir hemû pisrgirêkên li qada zimanê kurdî nîqaş bikin. Em li hemberî kurdî di xala xwerexnedayînê de ne, lewma divê em polîtîkayên xwe yên ji bo têkoşîna zimanê kurdî diyar bikin. Komxebata me wekî nîvkomxebateke gel e jî. Gelek komxebat hatine lidarxistin, lê belê nîvco mane, berdewamiya wê nehatine. Lewma ev komxebat gelek girîng e. Ev komxebat li Rêber Ocalan, cangoriyan û gelê me pîroz be.”
Piştî axaftinên destpêkê rûniştinên din ên komxebatên dest pê kirin. Sibê piştî komxebat temam bibe dê encamnameya komxebatê bê belavkirin.


