Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Qahîreyê îsal di navbera 12-21'ê vê mehê de li dar dikeve. Derhêner Nuri Bilge Ceylan îsal dibe serokê juriya festîvalê.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Qahîreyê li paytexta Misrê îsal 46'emîn car li dar dikeve. Festîval di sala 2011'an de ji ber rewşa aborî, par jî ji ber şerê li Xezayê hatibû betalkirin. Îsal 12'yê mehê li dar dikeve. Di festîvalê de xelata metin Xelata Pîramîda Zêrîn e ku didin Fîlmê Herî Serketî. Xelata Pîramîda Zîvîn didin Derhênerê/a Herî Serketî, xelata Pîramîna Bronz jî diden Derhênerê/a nû yê/a serketî.
Îsal derhêner Nuri Bilge Ceylan ku bi fîlmêndibe serokê juriyê. Li aliyê din fîlmên Ceylan ên bi navê "Bir Zamanlar Anadolu'da", "Ahlat Agaci" û "Uzak" jî wê di festîvalê de bene nîşandayîn.
Ji Tirkiyeyê fîlmên metraj "Hemme’nin Oldugu Gunlerden Bir", "Kanto" û "Bildigin Gibi Degil", û kurtefîlMê "Dilan Hakkinda Konuşmaliyiz" jî wê bene nîşandayîn.