Diyarname
Lêkolîner û nivîskar Zeynelabidîn Zinar di semînera li ser "Ziman, Çand û Zargotin" de axivî û got, "Zimanê dewleta Medan bi kurmancî bû."
Semîner li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar ket. Di semînera Nihat Gultekin moderatoriya wê kir de Zinar got ku kurdî gelek dewlemend e, wekî mînak got "Tenê ji bo peyva 'Serhişk' 10 cure, ji bo peyva 'Sivnik' 25 peyv hene" û dûre li ser cureyên stranên kurdî, cureyên çîrok, li ser peyvên kurdî sekinî.
'QURAN BI KURDÎ DEST PÊ DIKE'
Zinar diyar kir ku di kurdî de 11 devokên cuda hene
û di dema girîngiya kurdî de got ku kurdî wisa bingeh e ji bo gelek zimanan, "Kilîta Quranê bi hefta kurdî dest pê kiriye."
'MEDRESE BO KURDAN CIHÊ ILMÊ BÛ'
Lêkolîner û zimanzan Zeynelabidin Zinar li ser medreseyan rola wan a bo kurdî de got ku gelek alimên kurdan ji wir derketine û got, "El-Cezîrî bingeha kompîtura niha avêtiye, ew li medreseyan mezin bûye. Medrese, yanê cihê xwendinê. Gelên din medrese wekî cihê dînî îslamê bikar anîne, lê kurdan wekî cihê îlmê bikaranîne. Yewnanî, rusî jî têde li medreseyan bi şeş zimanan ders dihat dayîn. Alfabeya bikar anîne bi erebî be jî bo kurdî elifba amade kirine ku ji 33 tîpan pêk dihat. Li van medreseyan 113 pirtûk dihatin xwendin. Kurdî maka zimanê dinyayê ye. Zimanê fermî yê dewleta Medan kurmancî bû. Alfabeya wan ji 44 tîpan pêk dihat, kurdî maka zimanê dinyayê ye."
Ji bo hemû semînerê li vîdeoyê temaşe bikin:
Foto: Cemil Oguz


