Hewlêr
11'emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê vê sibê dest pê kir. Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî beşdarî kongreyê bû.
Di kongreyê de li dor 800 doktor û pisporên tenduristiyê cih digirin. Kongre wê du rojan bidome.
Armanc ew e di kongreyê de li ser pêşketinên di warê tibê û tenduristiyê de nîqaş bêne kirin.
Kongreyê bi axaftina Barzanî dest pê kir. Barzanî sipasiya beşdaran kir û got ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tenduriskar li vê derê ne û xêrhatin li wan kir.
Barzanî got: "Ev yek karek pîroz e. Rizgarkirina jiyana mirovan e. Karê ku hûn dikin, erkê hûn digikirin karek pîroz e."
Barzanî li ser rewşa Rojava jî sekinî û got, "Tirsa min ew bû ku bibe şerê kurd û ereban û ev jî dê bibûya karesateke mezin. Nabe ku em li şer bifikirin lê em zora zordaran jî qebûl nakin. Çi ji destê me hat me kir, wekî çawa me sala 2014'an Pêşmerge şand û wan Kobanî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir. Kurdan tu carî şer nexwestiye. Şerê kurdan her li dijî zordestan bûye, ne li dijî milet û gelan."
Barzanî got, "Ez hêvî dikim ev yekîtiya li ser asta neteweyî pêk hatiye ji bo dahatuyê bibe bingeh."
Mesûd Barzanî di axaftina xwe de li ser meseleya alîkariya mirovî ji sekîn û got, "Sipasî ji bo hemû kurdên li çar parçeyê û li derveyî Kurdistanê dikim bi rêza neteweyî rabûne. Ev serketin e. Bi hezaran ciwan kirin wekî xwebeş herin cem xwişk û birayên xwe hevkarî bikin. Ez sipasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hêzên tundiristî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku çûne alîkariya Rojava."


