Amed
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ser rewşa Kobanî îro daxuyanî da çapemeniyê û ban kir: Deriyê Murşîdpinarê vekin
Kobanî ev nêzî mehekê de di na dorpêçê de ye û di serî de pêdiviyên malzemeyên tenduristiyê, pêdivî bi gelek tiştî ye. Di vî warî de xebat têne kirin, alîkarî têne şandin lê Deriyê Murşîdpinarê ku di navbera Sirûc û Kobanî de ye girtiye. Dewleta Tirkiyeyê derî venake û alîkariyên ku têne kirin jî bi ser cihên din re diçin.
Li ser vê yekê îro jî Platforma Tenduristiyê ya Amedê li Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Metna daxuyaniyê ya bi kurmancî ji aliyê Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve, Tirkiya wê jî ji aliyê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Veysî Ulgen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku nifûsa bajarê Kobanî ku 150 hezar bû, bi pêla koçberiyê ya giran a ji derdora Heleb û Reqayê re bûye 600 hezar û wiha hat got: “Di şert û mercên asayî de li malên ku tenê malbatek lê dijî 4-5 malbat neçar mane bi hev re bijîn; her wiha dibistan veguherîne navendên stargehan. Li hemberî nifûsa zêdebûyî, binesaziya heyî îflas kiriye. Li nexweşxaneyan neştergeriyên plankirî sekinîne, xizmetên radyolojî û laboratuvarê bêkar mane. Xizmetên diyalîzê û welîdina jinan di bin xetereyeke mezin de ne. Ji bo nexweşên lênêrîna giran, pitikên nûbûyî û nexweşên rêyên bêhnvedanê xetereyeke mirinê ya rasterast heye. Her wiha di bûyerên zikçûna akût, bronşît, gerya û enfeksiyonan de zêdebûneke cidî tê dîtin. Nexweşên kronîk jî nikarin xwe bigihînin dermanên xwe yên jiyanî.”
Di daxuyanyê de bang li hemû saziyên tenduristiyê hat kirin û wiha hat gotin: “Em bang li saziyên têkildar ên Hikumeta Komara Tirkiyeyê jî dikin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin, destûrên mirovî yên pêwîst di cih de bidin û ji bo derbasbûna alîkariya mirovahî berpirsiyarî bigirin û Deriyê Sînorê Mûrşîtpînarê vekin.”


