Almanya
Êvara 28'ê reşemî li bajarê Heidelberg ê Almanyayê li Heidelberg Congress Centerê konserek ji bo piştgiriya bi Rojava hate lidarxistin. Hunermend Xêro Ebas, Hozan Dîno û Şivan Perwer beşdarî konserê bûn.
Konser bi sponsoriya karsazên ji çar parçeyên Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Mannheimê hate lidarxistin. Salona ku kapasîteya xwe 1500 kes bû bi temamî tijî bû û bi sedan kesî jî li ser piyan li konserê temaşe kirin. Diruşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e" hatin bilindkirin.
Di destpêka konserê de ji Navenda Civaka Kurd a Mannheimê Cano Yildiz axivî û got ku Rojava bi tenê nîn e û banga mezinkirina piştevaniyê kir.
Endamê Komîteya Amadekar Şahîn Karaaslan jî spasiya karsazên piştevanê konserê û beşdaran kir.
Parlamentera Partiya Çep Sahra Mirow li konserê axivî û ragihand ku bûyerên li Rojava ne tenê herêmî ye, lê meseleyeke navneteweyî ye bal kişand ser girîngiya parastina destketiyên demokratîk.
Di şevê de sînevîzyonek li ser berxwedana gel a li bajarên kurdan hate nîşandan.
Hunermend Xêro Ebas, Hozan Dîno û Şivan Perwer jî li konserê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pereyên ji konsera ji bo Rojava hate bi dest xistin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Rojava re dê bê şandin.
