Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş di Kongreya BDP'ê de wisa got: "Em li Tirkiyeyê 15 - 20 herêmên xweser saz bikin. Ger hûn vê naxwazin wê çaxê em dikarin tenê ji bo Kurdistanê nîqaşa xweseriyê bikin."
Di 2'yemîn Kongreya Awarte ya BDP'ê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş axivî. Vane ji axaftina Demirtaş çend not:
- Em li erdnîgariyeke dijwar dijîn. Tenê li ser vê erdnîgariyê jiyîn jî deyndar hatina dinyê ye. Ez wekî hevserokek her saniyeya ku ez dijîm deynê min e ku wekî xwerexneyiyeke bidim gelê xwe. Helbet ne rehet e mirov bibe layiqê vî gelê ku wisa berdêlê dide.
- Emê Mele Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Şêx Saîd, Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî jî ji bîr nekin, emê Denîz'an, Mahîr'an, Ulaş'an, Yusuf'an, Omer Ayna, Îbrahim Kaypakkayayê jî ji bîr nekin. Emê helbet Mazlum Doganî, Egîtî, Rustem Cudiyî, Elî Şêrî ji bîr nekin. Dİgel van emê Kemal Pîr, Hakî Karer, Ceylan Onkol, Halil İbrahim Oruç, Yildirim Ayhan, Ugur Kaymaz û Orhan Doganî jî ji bîr nekin. Emê Mehmet Sîncarî, Vedat Aydinîb Emê Hasret Gultekin ê ku dibêje hezkirin di bin baskê çivîkê de ye, emê Hrant Dînkî jî ji bîr nekin.. Emê Celal Talabanî jî, Mesûd Barzanî jî ji bîr nekin. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan ku 13 sal in di hucereyeke betonî ya 12 metreyî de ber xwe dide jî ji bîr nekin.
- Em li Sûriyê piştgirî didin hêza rastîn a gel. Wekî hikumetê em piştgirî nadin komên ku hêza gel qebûl nakin, çetetî û azadiyê tevlihev dikin.
- Ji alî me ve Sûriye yê hemû gelên li wê derê dijîn e. Davutoglu ji dêvla ku tezkereyê derdişe bila here bangî Konseya Bilind a Kurd vexwîne Enqereyê. Gavek wisa dê biaqiltir û ehlaqî be.
- Pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. 3 gavên sereke hene: Wekhevî, edalet û aştî. Divê wekpevî hebe ji ber ku ev yek sedema pirsgirêka kurd e. Kurd ji mafê zimanê xwe bêpar in. Li ser axa xwe, mafê xwe bi xwe birêvebirin hatiye dizîn. Bi zorî kirine ku kurdan asîmîle bikin. Tu kesek nikare bibêje kurd wekhev in. Ji ber ku ev wekhevî çênebû li ser kurdan zordarî çêbûn. Vê yekê gava duyem derxist holê. Kurd rastî sirgûn, îşkence, zindan û girtinan hatin. Vê yekê pirsgirêka edelatê derxist holê. Van her du xalan encama xala aştiyê derxistiye holê.
- Partiya me di muzakerekirina van sê xalan de muxatab e. Ger hûn dixwazin li ser şer biaxivin di vî warî de muxatab birêz Ocalan û KCK ye. Di pêvajoya çareseriyê de rola muxabatan cihê ye. Ne hewceye em vir de û wê de meseleyê bibin. Ger wekî kordînasyoneke çêbe dê çaraserî bê.
- Baweriya me ew e ji bo çareserî divê şer ji her du aliyan ve ji holê bê rakirin. Îstîkrarek ji vir derê dê bandorê li Sûriyê jî bike. Dê bibe sedem ku gel li vê herêmê di nav hizûrê de bijî.
- Tirkiye welatekî mezin e. Loma ji navendê yan jî bi rêberek tenê birêvebirin ne li gor bingeha demokrasiyê ye. Em pêşniyar dikin ku Tirkiye li 15 - 20 herêmên azad bê belavkirin. Modela ku em pêşniyar dikin ne xweseriyeke li ser bingeha etnîkî ye. Divê parlemenên herêmî jî hebin, ev parlen perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî têde, di warê gelek polîtîkayan de xwedî raye be. Digel zimanê fermî yên bixwazin bila zimanê duyem jî wekî fermî bê qebûlkirin. Ger ev yek neyê qebûlkirin em dikarin ji bo herêma Kurdistanê ten3e xweserî bidin nîqaşkirin. Ev yek nebin dê gelê kurd qebûl neke.
- Yên ku projeyên me qebûl nakin bila projeya xwe nîşan bidin. Lê ji gotinên "Yek dewlet", "yek milet" êdî em têr bûn.
- Ew beytên ku tu dixwînî ger Ehmedê Xanî dikaribû binivîse ev yek tê wê wateyê ku bi kurdî perwerdehî dîtiye. Tu hema tunebûyî jî perwerdehiya bi kurdî hebû.
- Mebûsên li nav AKP'ê, werin em dest bidin hev û em bi hev re azad bibin.
- Emê tu demê dest ji zimanê xwe yê zikmakî û dest ji zimanê aştiyê bernedin.


