Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên xwe didomîne bernameya xwe ya çandî ya meha avrêlê eşkere kir.
Bername 5'ê mehê bi lîstina lîstika zarokan "Elsa Buzlar Diyarinda" dest pê dike û 29'ê mehê bi nîşandayîna fîlmê "Dr Strangelove" bi dawî dibe.
Bernameya Yenîsahneyê ya Batmanê vê mehê gelek rengîn e. Fîlm, lîstik, gotûbêj, pêşangeha wêneyan hene.
Lîstika zarokan "Elsa Buzlar Diyarinda" ji bilî 5'ê mehê, rojên 12, 19 û 26'ê mehê de jî wê li ser dikê be.
Lîstika Yenîsahneyê Bekoyê Ewan rojên 9 û 23'yê mehê jî derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstika "Soytari" jî wê 17'ê mehê li ser dikê be.
Di beşa fîlman de 8'ê mehê fîlmê "Tehma Gilyazê", 15'ê meh3e "Birçîbûn", 22'yê mehê "Wê xwîn Bê rijandin" û 29'ê mehê jî wê fîlmê "Dr. Strangelove" bê nîşanday3in.
Li aliyê din 11'ê mehê workshopa "Pano Çîzim" ku Duygu Kem bi rê ve dibe, 12'yê mehê çalakiya "Caz, Sokak, Sanat", 19'ê mehê "Hasbonkor, Sadece Sanat" li Yenîsahneyê be.
Her wiha 26'ê mehê jî helbestvan Rênas Jiyan dibe mêvanê batmaniyan. Helbestvan Rênas Jiyan dê ligel mêvanan sohbetê bike û dûre pirtûkên xwe îmze bike.


