logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'33 Gule, Dîroka di Şînê de' bi kurdî derket

Pirtûka li ser bûyera kuştina 33 gundiyên kurd "33 Gule, Dîroka di Şînê de" vê carê bi kurdî derket.

  • Dîrok: 02/05/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka li ser bûyera kuştina gundiyên kurd "33 Gule" vê carê bi kurdî derket.

BÛYER: Bi gulelêreşandinê kuştina 33 gundiyên kurd ên xizan.
CIH: Bajarê Wanê, Navçeya Qelqeliyê, gundê Qoçqirana Jorîn, Geliyê Sefo (Sînorê Tirkiye û Îranê, herêma kevirê sînor ê bi nimreya 356'an)...
DÎROK: 28 Tîrmeh 1943...
'SÛC'Ê KU TÊ ÎDÎAKIRIN: Sîxurî/casûsî...
HINCETA BINÇAVKIRINÊ: Dizî...
BIRYARA DADGEHÊ: 33 kes bêguneh / mehsûm in...
KESÊ KU FERMANA KUŞTINÊ DA: Fermandarê Artêşa 3'yem Orgeneral Mustafa Muglali...
RASTIYA BÛYERÊ: Ji Muglali Paşa: "Ne mimkûn e ku bûyerên derbarê kurdan de, li gor pîvanên normal û feraseta dewletê werin birêvebirin..."

Ev xalên jorîn kunyeya bûyereke dîrokî ye di nav dîroka kurdan de. Wisa dîrokekî ye ku hê jî sûcdar nehatine cezakirin, birîna kurdan nehatiye kewandin.
Wisa bûyerekî ye ku li bajarê Wanê, li Qelqeliyê, 33 kesên ji eşîra Milan ên ji gundên Xirabsork, Êngiza Milan, Rûnexar û Heretêlê, li herêma Geliyê Sefo destê wan li pişt ve girêdayî, li ser çongan, têne gulebarankirin û qetilkirin; ku hê jî dilê kurdan diêşîne.
Heta niha di serî de Musa Anter gelek kesî li ser vê bûyerê gotar nivîsîn. Helbestvan Ahmet Arîf bi navê "33 Gule" helbestek nivîsî û kir mijara wêjeyê. Dûre ev bû stran, ji devan derbasî guhan bû, derbasî dilan bû. Yek ji xebatên ku li ser vê yekê hatiye kirin jî derxistina pirtûkê ye.
Rojnameger Gunay Aslan di sala 1989'an de li ser vê bûyerê bi şahidan re hevpeyvînek kir û di rojnameya Cumhuriyetê de weşand. Aslan, bi vê hevpeyvînê heman salê di Pêşbaziya Xelata Yunus Nadi de "Xelata Hevpeyvînê" girt û heman salê Weşanên Pencere ev hevpeyvîn jî têde, digel hin gotarên Aslan bi tirkî pirtûkek bi navê "33 Kurşun, Yas Tutan Tarih" weşand.
Dadgehên wê demê, Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) pirtûkê berhev dike û cezaya hepsê li Aslan dibe. Zagon diguhere, ceza betal dibe, lê bi zagona nû re dîsa doz tê vekirin û dîsa ceza li Aslan tê birîn û wî davêjin girtîgehê. Aslan, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dozê vedike û DMME Tirkiyeyê mehkûm dike.
Pirtûka ku heta niha bi tirkî hatibû weşandin yekem car ji bo kurdî bi navê "33 Gule, Dîroka di şînê de" hat amadekirin. Pirtûka ku rojnameger Dawud Rêbiwar wergerandiye kurdî û ji bo weşanê amade kiriye ji Weşanên Avestayê derket.
Ji bo çapa kurdî rojnameger Gunay Aslan wisa dibêje: "Wezareta Parastina Neteweyî, di 6'ê gulana 2004'an de navê Orgeneral Muglali ku fermana kuştina 33 gundiyên kurd dabû, li erdê nehişt! Wezaretê, navê Mustafa Muglali li Tabûra Sînor a Cendirmeyan ku li navçeya Qelqeliyê ye kir. 33 gundiyên kurd li hêla heman tabûrê hatibûn kuştin.
A rast tiştê li dewletê dihat jî ev bû! Ew tam layiq û hêjayî vî navî bû!
Di demeke ku dewlet hewl dide rihê Muglali li ser wan sînorên ku wî qetlîam lê çêkiye bide jiyîn, divê bûyera 33 Guleyan ji nû ve were bibîranîn. Divê ev bûyer neyê ji bîrkirin, divê em nedin jibîrkirin.
Ev berpirsiyarî, wekî wezîfeyeke însanî li ber min disekinî. Min nekarî ji vê birevim; careke din min guh da dengê dilê xwe, careke din min bi ya dilê xwe kir û min kitêb ji nû ve, ji bo çapa nû ku wê li kurdî were wergerandin amade kir."

Pirtûk çîroka rastîn a bûyerê tîne ziman. Di pirtûka hatiye amadekirin de pêşgotina rewşenbîr Musa Anter, nûçeya Aslan li ser bûyerê nivîsiye û helbesta Ahmet Arif bi navê "33 Gule" nivîsî bû cih digire. Di pirtûka ku bi kurdî hatiye amadekirin de ji pirtûka ku bi tirkî hatibû weşandin cihêtir tenê bûyerê tîne ziman, gotarên Aslan yên din jê hatine derxistin û di heman demê de di salên dawî de bûyerên li ser vê çîrokê derketine holê jî têde hatine bi cih kirin.
"33 Gule, Dîroka di şînê de" ji bo kuştina 33 gundiyên reben neyê ji bîr kirin, rastî neyê veşartin çavkaniyeke sereke û bingehîn e.

Û kunyeya amadekaran:

Gunay Aslan kî ye?
Gunay Aslan di sala 1960'î de li Wanê hatiye dinê. Wî di Cumhuriyet, Hurriyet, Ulusal Basin Ajansi, 2000'e Dogru Dergisi, Sokak Dergisi, Halk Gerçegi, Yeni Halk Gerçegi, Yeni Ulke de kar kiriye.
Wî, di MED TV de wekî midûrê nûçeyan, moderator û bernameçêker xebat kiriye.
Ew hê li Almanyayê wekî penaberekî polîtîk dijî û di Yenî Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîskarî dike; di heman demê de nîqaşger beşdarî bernameya bi navê Medya Krîtîk a Roj TV dibe. Heta niha 12 pirtûkên wî bi tirkî hatine weşandin û ji van 2 heb li almanî hatine wergerandin. Yekemîn car pirtûkek Aslan li kurdî tê wergerandin.

Dawud Rêbiwar kî ye?
Dawud Rêbiwar, li gundê Melehesena Jêrê yê Qelqeliya Wanê hatiye dinê. Wî di Azadiya Welat de dest bi karê rojnamegerî kiriye, di Diyarnameyê de karê xwe yê rojnamegeriyê didomîne. Rêbiwar, heta niha ji bo 100 saliya rojbûna Cegerxwîn pirtûkek amade kiriye û weşandiye. Ji bilî vê bi navê "Duzimanî" pirtûkek (tevî Cemil Oguz) amade kiriye û weşandiye (Weşanên Hîvda). Rêbiwar, digel wergera "33 Gule, Dîroka di şînê de", ji bo saziyên sivîl hin lêkolînên wan wergerandine.

33 Gule, Dîroka di şînê de / Gunay Aslan / Wergera ji tirkî: Dawud Rêbiwar / Weşanên Avesta / 78 rûpel

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di Dilopê de ‘Raperîna Nan a Amedê’ heye

ad

Heyîbûn bi ziman e

ad

Endamên Partiya Azadî ên ku dixwestin êrîşê YPG'ê bikin

ad

“Selvi Boyul Al Yazmalim" dîsa dikeve vîzyonê

ad

Ji bo Emre çavên xwe girtin, lê neheqî li Deniz Naki kirin

ad

Kovareke nû ‘Philosophia’ derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname